Mêrên ronakbîr dixwazin jinên wan li mal bin
Ew zilamên ku dibêjin me bawerî bi wekhevî heye, zêdetirê wan hez nakin jiyana takekesiya wan wekî baweriya wan bê, ji bo wê yekê zêdetirê civakan jin erkê maldarî û zarok xwedîkirinê li stûyê wan deye û zilam eger hevkariya wan jî bikin her karên sivikên malê dikin.
Li gor lêkolînekî nû ya li Amerîka zêdetirê civakên cîhanê, mêr hevrêne li gel wê yekê ku jin divê mafê wan yê wekheviyê li gel mêran hebê û di dema dû canîbûnê da muhleta mûçe wergirtinê hebê û mûçeyên xwe li gel mûçeyê mêran wekhev bê. Lê belê dema wê pirsiyarê dikin ku kijan ji we amadeye ku hemû erkên maldariyê şûna jinê bixwe stûyê xwe?, bi bêdengiyekî mezin ve dibêjin nexêr.
Gelek mêr û zilam li nêrînên xwe de bi awayek dipeyvin û jiyana wan ya taybetî jî cûreyeke dine. Ewên ku alîgirê wekheviyê ne, jiyana wan de ew wekhevî nayê dîtin.
Ev ne tenê li civakên rojhilatiyên wekî Kurdistan û welatên dewrubere, belku heta civakên herî pêşketiyên cîhanê de jî bi giştî wihaye û baweriya bi wekheviyê neçûye warê kirdariyê.