Li Almanya kesek bi navê Martin Tolle di Facebook ê de, çend weneyên Mêrdînê yên ji berî sed sala hatîn girtin belav kirin. Ev wene di albûma bapîrê Tolle de cih girtine û Tolle niha ev wene belav kirine.
Di vê derbarê de Martin Tolle dibêje: Bapîrê min sala 1917ê li Mêrdinê wek şoforekî kar kiriye.Lê ev wene wî bi xwe kişandine yan jê hinekan destve anîne ez nizanim.Lê bapîrê min sala 1917ê li Mêrdinê bû.
Mêrdîn sala 1917:
Di vî weneyî de avahiya postexaneya Mêrdinê dixweyê.Avahiya destê rastê mala rojnemevanê Mêrdinî Cemal Îşinay e. Avahiya li paş hinekî dixweyê îro wek hotelekî tê karanin û Qonaxa Şahtana ye.
Cadeya Mêrdînê di sala 1900ê,mizgefta Reyhaniyê,Hemama Emir û Medreseyek jî dixweyê.
Ev jî weneyek a bazara Mêrdînê ye, gundiyên kelûpelên xwe anîn bazarê li ber dîwarekî behna xwe vedikin.