Hemû seferên wezîrê derve yê Amerikayê Mike Pompeo hatin rawestandin. Di vê derbarê de wezereta derve daxûyaniyek ragihand û dibêje ku, ji bo pêvajoya heta serokê nû yê hilbijartî Biden dest karê xwe bike hemû serdanên Pompeo yên derveyê welat hatine sekinandin.
Di daxûyaniya wezereta derve ya Amerikayê de dibêje: Ji bo pêvajoya nû ya dest bi karkirina serokê nû yê hilbijartî, heta 8 rojan hemû serdanên derveyê Welat yê Pompeo hatine rawestandin. Wezaret ji bo ev pêvajo bê kêşe serbikeve bi biryar e.
Wezareta derve dibêje ku, di vê derbarê de pêwendiyek baş û serkeftî di nav karmendên wezaretê û tim a Biden de heye. Ji bo serketina vê pêvajoyê hemû seferên wezîr hatine sekinandin.
Ji berî niha hatibû ragihandin , dê pompeo rojên 13-14ê vê mehê serdana Bruksel bike û li gel sekreterê NATOYê Jens Stoltenberg û wezirê derve yê Belçikayê hevditina bike.