Polîtîk

Mensûrî xwest pêwendiyan bihêztir bikin

Berî nîvroya îro şemî 06.07.2013 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Raşîd El Mensûrî Konsolê Giştî yê Mîrnişînên Yekgirtiya Erebî li Hewlêr kir.

Li hevdîtinê de Konsolê Mîrnişînên Yekgirtiya Erebî silavên Şêx Xelîfe Bin Zaydî Serokê Mîrnişînên Yekgirtiyê Erebî gihand Serok Barzanî û ji bo rexsandina vê hevdîtinê gelek spasî Serok Barzanî kir û sosretî û sersamiya xwe jî ji bo sirûşt û xweşikiya Kurdistanê derbirî û balkişand li ser wê yekê ku rêjeya pêşketin û geşbûnê li Herêma Kurdistanê beramber li gel gelek welatan bi lezgîniyeke kêmwêneya xwe heye. Raşîd El Mensûrî behsa wê yekê jî kir ku ew aramiya li sayeya Serokayetiya Serok Barzanî hatiye holê rêxweşker bûye ji bo geşbûna aborî û bilindbûna veberhênana biyanî li Herêma Kurdistanê û ragihand ku welatê wan dixwaze pêwendiyên siyasî û aboriyên di navbera Herêma Kurdistanê û Mîrnişînên Yekgirtiya Erebî zêdetir pêş bikeve.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya Konsolê Giştî yê Mîrnişînên Yekgirtiyê Erebî kir û xweşhaliya xwe jî ji bo geşbûna pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Mîrnişînên Yekgirtiyê Erebî nîşan da û hêvî jî xwest ew pêwendî bi hêztir bibin.

Guftûgokirina pêvajoya siyasiya navçeya Rojhilata Navîn û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Back to top button