Cîhan

Melîkê Urdinê pêşwazîya serok Barzani kir

Roja yekşem 07.04.2019 Şah Abdulahê Şahnişîna Urdinê li Koşka El Husêniye pêşwaziya Serok Mesûd Barzanî û şanda li gel kir.

Li vê hevdîtinê de Şah Abdullah xweşhaliya xwe bi pêşveçûn û baştirbûna peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda derbirî û ragihand ku başbûna peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda li berjewendiya hemû aliyek daye.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser peywendiyên dîrokiyên her dû aliyan û berdewamiya wan peywendiyan kirin û ronahî jî xistin li ser peywendiyên aborî û bazirganiyên di navbera Herêma Kurdistan û Şahnişîna Urdinê û tekez jî li ser hemahengî û hevkariya berdewam ya bi navê şerê terorê û tundiyê û nehiştina terorîstan kirin.

 

Back to top button