Seyda Mele Îmadedîn an bi navê dinê “Gurdilî” ku mexlesa wî ye, demekî bû ku li bajarê Batmanê li nexweşxanê ji ber Kovid-19 ê tedawî dibû. Xebera koça dawiyê ya Seyda Gurdilî şeva borî an ku 4 siet berê li ser medya civakî belav bû. Mele Îmadedîn bi xwe ji xelkê Misircê (Kurtalan) ji devera Gurdila ye.
Gurdilî piştî damezrandina PDK a Tirkiyê bi partiyê re dixebitî û berya wî jî her li ser rêbaza Barzaniyê mezin dimeşiya û lewra li ser serok Barzaniyê nemir gelek helbestên wî hene. Kes jimara helbestên wî nizane lê yên çapkirî dîwanekî wî heye.
Seyda Gudilî di medreseyên Kurdistanê de xwendiye û li gundên Kurdistanê melatiyê kiriye lê piştî rehmetî Şerafeddîn Elçî di sala 1978 an de li Ankara bû wezîr, seyda xiste Bayındırlık ê û heya xaneşîn bû li wê derê xebitî.
Helbestên Seyda Gurdilî di babet evînê, xwezayê, li ser Kurd û Kurdistanê, li ser Barzaniyê nemir, rehmetî Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî û gelek kesên siyasî hene. Seyda di nava siyasetmedarên netewî de bi helbesta xwe ya li ser Barzaniyê nemir bi nav û denge ku digot:
“Qehremanê esre bîsta Mustafa Barzanî tu
Her bijî ey pêşewayê Kurd û Kurdistanî tu”
û helbesta wî ya ku dibêje:
“Me çi hacet bi hîv û rojê ger cemala te hebî”