Polîtîk
Mela Bextiyar: Du îdareyî mezintirîn şaşiya stratejike
Mela Bextiyar Endamê Encumena Bilinda Siyasî û Berjewendiya YNK ji bo malperên ser bi YNK ragihandiye, ew dijî dû îdarî û fireh îdareyî ye li Herêma Kurdistanê.
Mela Bextyar ragihand, belê ji bo lamerkeziyek ku li berjewendiya aborî bê, belê ji bo lamerkeziya îdarî ya bi navê baştir birêvebirina karubarê parêzgehan, lê belê pêwîste eve nebê sedemek ji bo sepandina dû îdareyî û çend îdareyî.
Her wiha dibêje: Her aliyeek wê karê bike yan pesend bike, mezintirîn şaşiya stratejik encam dide.