Mela Bextiyar: Di mijara xendeqê de PDKê bi serê xwe biryar daye
Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar, li ser mijara kolandina xendeqê li ser sînorê Rojava û Başûr rexne li PDKê girt û got, PDKê di mijara xendeqê de bi serê xwe biryar daye û ev jî tiştekî rast nîne. Mela Bextiyar, her wiha ragihand, ti karîgeriyeke Îranê di standina biryarên siyasî de li ser YNKê tine.
Berpirsê Desteya Kargêriyê ya Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar, di hevpeyvînekê de digel Rûdaw TV ku îşev hat belavkirin, ragihand ku çi hilbijartin hebe çi nebe YNK li ser “giraniya” xwe di hikûmet û Herêma Kurdistanê de rijd e.
Mela Bextiyar, anî ziman ku YNK di hilbijartinên vê dawiyê de “dîsa rabû ser xwe” û li ser rewşa tenduristiya Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî jî wiha got: “Rewşa Mam Celal baştir e, jixwe beşdariya wî di hilbijartinê de karîgeriyek mezin di vê serkeftina YNKê de hebû.”
Li ser kolandina xendeqê li ser sînorê Başûr û Rojava jî Mela Bextiyar, rexne li PDKê girt û got, pêwîst nedikir xendeq were kolandin jixwe eger PDKê bi me û hêzên din ên başûr re li ser vê mijarê gotûbêj bikira me dê çareseriyek din peyda bikira û ev aloziya niha ya navbera PYD û PDKê jî çênedibû.
Mela Bextiyar, ragihand, helbet eger mijara kolandina xendeqê ji aliyê Encumena Wezîran ve biryar hatiba dayîn YNKê dê piştgirî bikira çimkî dibû biryara hikûmetê.
Berpirsê desteya kargêriyê ya polîtburoya YNKê li ser hewlên çareserkirin û lihevanîna PDK û PKK-PYDê jî got, em her dem dibêjin ku divê rayedarên PDK û PKK-PYDê bi hev re rûnên û arîşeyên xwe çareser bikin emê jî alîkariyê bidin wan.
Mela Bextiyar, destnîşan kir ku eger li Rojavayê Kurdistanê hêzeke din a çekdar û milî bê avakirin dê bibe sedema şerê navxwe ji ber wê jî eger hêzên partiyên din ên Rojava heye dikarin tevlî hêzên PYDê (YPG) bibin.
Li gorî Mela Bextiyar, pêwendiyên navbera Tirkiye û PDKê tiştekî normal e û ev jî pêşwaziya vê yekê dikin.
Wî rayedarê YNKê li ser têkiliyên YNK û Îranê jî wiha axivî: “Ti karîgeriyek Îranê di standina biryarên siyasî yên YNKê de tine.”