Polîtîk

Mekteba Siyasiya PDK serdana Serok Barzanî kir

Roja pênçşem 19.11.2015 li yek ji baregehên Fermandeya Hêza Pêşmerge li Rojavayê Dîcle, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê kir ku ji Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasî û hejmarek ji Endamên Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê pêkhatibû.Şanda bilinda Mekteba Siyasiya PDK serkeftina Pêşmergeyên Kurdistanê ya li operasyona azadkirina Şingalê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge pîroz kir û destxweşiyê li Pêşmergeyên qehreman û fermandeyên mîhweran kir ku wê destana dîrokî tomar kirin ku li dîroka gelê Kurdistanê da bê wêneye.Şanda bilinda Mekteba Siyasî serxweşiyê li malbatên serbilindê wan Pêşmergeyan kir ku li şerê terorîstan da canê xwe gorî kirine û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran xwest.Li vê hevdîtinê de behsa girîngî û rehenda serbazî û siyasî û stratejiyên azadkirina Şingalê û bandora wê ya li ser lawazbûna terorîstên Da’îş kirin.

Back to top button