Medyaya Îsraîlê ragihand ku Washingtonê ji Tel Avivê re diyar kiriye ku di du mehên pêş de dê dest bi vekişandina leşkerên xwe yê ji Sûriyeyê bike.
Her wiha tê îdiakirin ku Îsraîl hewl dide vê yekê asteng bike.
Rojnameya Yedioth Ahronothê ku yek ji rojnameyên herî mezin ên Îsraîlê ye, nivîsî ku birêvebiriya Amerîkayê ji Tel Avivê re diyar kiriye ku ew dê di du mehan de dest bi vekişandina leşkerên xwe ji Sûriyeyê bike.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Îsraîl li hemberî vê biryarê tevgeriyaye û ji bo rawestandina vekişînê dest bi hewldanan kiriye.
Hat gotin ku Îsraîlî ji wê yekê bi endîşe ye ku Tirkiye dê li Sûriyeyê qadên stratejîk ên zêdetir bi dest bixe û bandora xwe zêde bike.
Ji ber vê sedemê, Îsraîl hewl dide ku vekişîna Amerîkayê asteng bike.
Di nûçeyê de hat bibîranîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump berê niyeta vekişandina leşkeran ji Sûriyeyê eşkere kiribû.
Her wiha hat diyarkirin ku Pentagon demeke dirêj e li ser vê planê dixebite û amade ye wê pêk bîne.
Hat destnîşankirin ku rayedarên Îsraîlî endîşeyên cidî anîne zimên lê van endîşeyan biryara Amerîkayê neguhertiye.
Li gorî nûçeyê, rayedarekî payebilind ê Îsraîlî gotiye ku vekişîna leşkerên Amerîkayê ji bakurê Sûriyeyê dê pozisyona stratejîk a Tirkiyeyê li herêmê xurt bike û ev dê aloziya di navbera Tirkiye-Îsraîlê de zêde bike.
Her wiha hat diyarkirin ku nirxandinên derbarê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de ku di hevdîtina hefteyên borî ya di navbera Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de li Koşka Spî pêk hat, li nav çavkaniyên ewlehiyê yên Îsraîlê bûye sedema alarmê û pêşniyara navbeynkariyê ya Trump ji aliyê Tel Avivê ve ewle nayê dîtin.
Li aliyê din hat gotin ku êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li ser baregeha leşkerî ya T4ê ya li navçeya Tedmur (Palmîra) ya girêdayî parêzgeha Humusê ya Sûriyeyê di hefteyên dawî de, gaveke ji bo derengxistina bicihbûna Tirkiyeyê li herêmê beriya ku leşkerên Amerîkayê vekişin e.
Hat îdiakirin ku Îsraîl bi endîşe ye ku hebûna Tirkiyeyê li Sûriyeyê dê şiyana wê ya tevgerê kêm bike û dê gefên heyî yên li ser axa Sûriyeyê ya niha di bin kontrola wê de zêde bike.
Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nêzîkî 2 hezar leşkerên Amerîkayê hene.