Polîtîk

Medya YNKê daxûyaniya Seid Pire berdevkê YNK rakir

Malpera fermî ya YNKê nûçeya daxuyaniya berdevkê YNKê Seidî Pîre di derbarê hilbijartina de, ku ew encama hilbijartina red dikin. Lê demek kin de ew nûçe ji malpera fermi ya YNK rakirin.Îro Yekşemê û berî bidawîhatina prosesa helbijartinan berdevkê fermî yê YNKê Seidî Pîre ragehand ku, ew encamên helbijartinan red dikin û qebûl nakin.  Ev nûçe ji aliyê malpera PUK mediya ya ku organa Fermi ya YNKê ye hatibû belav kirin.Lê piştî çend deqîqeyan Qubad Talebanî bersiva Seidî Pîre da û daxuyaniya wî red kir piştî daxuyaniya Talebanî malperê nûçeya Sedî Pîre rakir.Serokê lîsta YNKê bo helbijartinên parlamentoya Kurdistanê Qubad Talebanî derbarê qebûl kirin û redkirina encamên helbijartinan ji media partiya xwe re got ku, hêşta gelekî zûye helwestekî derbarê encamên helbijartinan bistînin.

Back to top button