MEDYA Û CİWAN (GÊNC)
Di vê serdema global ku cîhan ji konaxa serdema civaka îndustrîalîzasyonê derbasî civata înformasyonê dibe. Yek ji pirsa herî grîng yê akademîsyenê zaningehê medya, pirsa medya û ciwanaye, ji ber ku ciwan gruba sosyal ya herî dînamîk û aktîve ku dixwaze maksîmûm medya bi kar bîne. Ji ber wê jî nuha di rojevê de pirsa medya û ciwan gelek aktuele. Lazime li ser vê pirsê lekolînên berfireh bibe, lê ji vê nivîsê armanc ewe bala medya kurdî û fakulteyên rojnamegerî yê herêma Kurdistanê bikşînin ser vê pirsa stratejîk grîng ji bo welatekî.
Her yek ji qonqxên ciwan têde derbas dibin lazime lêkolînên teybet li ser wan bibe, wek minak : Qonaxa berya dest bi dibistanê (0 –7), qonaxa temenê navbera 10 –15 û qonaxa temnê navbera 17 – 25. Ezê pêşya hinek behsa medya û ciwan ya unîversal bikim paşî emê li rewşa medya Kurdî binerin ka ew di vê pirsê de çawaye ?
Wek eşkereye di serdema me de mirov nikare bê medya tevbigere, medya bûye perçek ji jîyana mirovan ku mirov nikare bê wê tiştekî bike. Wek mînak em li TV dinerin ka çi nûçeyê nuh hene, li lîstikek fotbolê dinerin her weha li filîmekî dinerin, nivîsê balkêş di gazeta de dixwînin, di ser sosyal medya de em bi heval û hogirên xwe ve sohbet dikin û li informasyonê digerin, dixwazin rewşa hewayê bizanibin, lê kîjan sinemayê kîjan film heye, dresa cihekî bizanibin u hwd.
Li gor lêkolînê dide rêdan ku ji % 60 nifûsa cîhanê ciwanin û wek li jor min behs kir yê herî dînamik û aktîvin û dixwazin di derbarê hemû tîştan de agahdar bin. Ciwan bê hudûd (bê hizir) li medya dinere û tiştê dibîne wek heye qebul dike, ji ber wê jî medya tesîreke mezin li ciwana dike ev tesîr dêkare baş û xerab be (negatîv u pozîtîv), Xort û ciwan bê armanc û spantan jî her tiştê nuh re vekirîne çi ji bo wî şexsî çi jî civakî, ev gelek caran dibe sebebê konflikta navbera nifşan (neslan).
Di serdemê ku civaka sivîl de, bêhtir derdorê wî tesîr lê dikir lê di serdema civaka înformasyonê de TV, Radîo, înternet, mobîl telefon, gazete û hrw.tesîra xwe lê dike û her ku diçe xurtir dibe. Nuha em dikarin bejin ev bûye navendek gring ji bo ciwanekî di wergirtina şexsiyeta sosyal de. Wek li jor jî min behs kir ne her gav medya informasyona dide pozitîv e, lê gelek caran pir negatîv tesîr dike , ewqas tesîr dike gelek caran beden tişteki mejî û ruh tiştekî dine. Wek tê dizanîn ku 3 qonqxên medya ye universal heye (Madya partîtî, medya profesyonal û ya komersîyal) di serdema medya profesyonal ku nisbeten (relativ) ku roleke terbîyê ji bo ciwanan dilîst hebû, bi serdema komersîyalîzasyona medya ku nuha em têde derbas dibin, fonksîyona medya ji ciwanan re hate guhertin li şûna terbîye kirina ciwanan rola şahî (entertainment) û razîkirina publîka ciwanan dilîze. Weha diyare medya wê têkilîyên xwe bi ciwanan re di demek nêz de wê ne guhere. Jî bo ku ev rewş bê guhertin lazime zanebûna bi karanina medya li cem ciwanan xurt bibe. Ev bê guman bi alîkî tenê nabe divê di vê pirsê de rojnamevan jî piştgirê ciwanan bin ku zanebûna bikaranîna medya di nava ciwanan de xurt bibe.
Bi alîkarîya zanîna bikaranina medya ciwan wê bi rexne nezî informasyon û rojnamevan bibe, wê bikaribe mif (xeyal) î û rastîyê ji hev derxe, wê dinyayê rast fam bike, wê bikaribe ji medya tişta ji bo xwe başe bi dest bixe, wê bikaribe xwe li hember manîpulasyon û dezinformasyonê bi parêze. Bi kurtî divê ciwanek bi zanibe wê çawa medya bi kar bîne. Ji bo vêya divê hikûmet, Medya, û civat ji ciwanan re bibin alîkar perwerda bikaranîna medya di nava ciwanan de xurt bike.
Pirsa Medya û ciwan nuha yek ji pirsên gring yên desthiladarên welataye ku çawa her yek ji welatên cîhanê bikaribin ciwanên xwe ji alîyên medya ya negatîv biparêzin û ciwanin xwe bi awayeki bi şexsiyet û modern li ser asasê kultura wana millî û ruhani bi awayekî etîk û moral perwerde bibin.
Her welat ji bo wêya karên gelek mezin bi mesrefek mezin bi rêya pisporên teorîk û praktîk yê medya lêkolînên berfireh dikin. Ji ber ev pirs bi ewlekariya welatekî ve grêdayî ye. Heger tu nikaribe ciwanên xwe di warê fikrî (hizir), ruhanî, moral û etîk de ji êrîşên derve bi parêze, wê hinekî din bedena wan ji ter bihêle lê wê mejê û ruhê wan bi awayekî din terbîye bike ( heta gelek caran ciwanek bê ku fam bike dikin dujmunê welaten xwe). Ji ber wê ev pirs nuha dervî aliyên moral û etikê bûye pirsa ewlekarîya welatan ku desthiladaran dest avêtinê lêkolîna li ser dikin.
Di wê çarçewa li jor ku min behsa rewşa medya û ciwanan a universal kir gelo li Kurdistanê rewş çawaye ? Berya her tiştî tiştekî gring lazime bêjim ew rewşa universal ku min li jor behs kir, bi tu awayî li rewşa Kurdîstanê nayê. Ji ber çi? ji ber wek li jor min got ku 3 qonqxê medya universal heye: Madya partîtî, medya profesyonal û ya komersîyal û min got ku cihan nuha ji % 90 di qonqxa media komersîyal dene lê pir heyf mediya Kurdî heta nuha di qonqxa media ewil a partîtî dane ev tê wê wateyê ku ew kirasê ku li jor min behs kir li bejna media Kurdî nayê ew tê wê wateye ku rewş li cem me hîn xerab tire û ciwanên kurd bê paraztinin û mediya ya xêrnaxwazên kurda ciwanên kurd wek dixwazin terbiye dikin bedena wan ji kurdan ruh û mejîyên wan ji bo hinekî din, behtîrê caran ji bo xêrnexwazên kurdane, heger mirovek bi ruh û mejîyê xwe ne kurd be bira sibê heta êvarê bê ez kurdim an serxwebûn wê tu meenak wê tune be. Wek eşkereye Başurê Kurdistanê bi hemû kêmayên xwe ve hêvîya paşeroja hemû kurdane ku Kurd li herderê divê başûr biparezin, lê îroj dema em li cwanên kurd dinerin bi teybet li bakur û rojavayê welatê me pir eşkereye li van herdu beşan helwesta bêhtirîn ciwanan li hember başurê Kurdistane ne cihê dilxweşîyê ye û heta li başur û rojhilat jî. Li vir tu gunehê wan ciwanan nîne. Guneh yê mediya Kurdîye ku nikare ciwanên kurda ji êrîşen derve di ware medyayê de biparêze, her weha ku hikûmet jî gringîyê nade vê pirsê. Dema di nava ciwanên kurde de fikrên radikalîzmê di warê siyasî û ruhanî de xurt dibe em bi yekcar ciwanan gunehbaran nekin, kes pirs nake ji bo çi ev gêncên kurda dikevin nava grubên siyasî ku li dijî milletê kurdin an ji alî xêrnexwazên kurdan manîpule dibin. Ji xwe pirs tev di wir deye, ji bo çi?
Li vir em bêjin gunehê mediya Kurdî ye an em bêjin bê şansîya mediya kurdî ya ku nikare ji qonaxa partîtîyê derbasî qonaxek pêşde bibe. Lê li vir yek ji pirsgrêka mediya Kurdî ewe ku stîlek medya kurdî nine. Car caran tiştên gelek baş dikin û carna gelek tiştên ne li rê dikin, min demê berê de çi alîyên baş û çi alîyen ne li rê gelek caran nivîsîye. Ji bo mediya Kurdî divê stîlek (xetek) wê ya mueyen hebe ku kêm caran şaşîtîyan bike.
Dive pisporên xwedî komponentin di warê pirsên mediya yên teorîk û praktik de van pirsên cidî munaqeşe bikin. Li vir her weha gazindek mezin ji fakultên rojnamegerîyê yên herêma Kurdistanê dibe ev zedeyî 20 salî ye ku xwendevanên wan hene yên tez hazirkirne hene çima heta nuha li ser van pirsên weha cidî tiştekî ber bi çav ne kirine? Heta nuha bi sedan rojnamevan ji cem wan derketine ev tev li kune? an şaşitî di sîstema perwerda rojnamegerî a fakultên herêma Kurdistanê de heye? Ev pirsa mediya û ciwanan nuha ji her dema bêhtir lazime ji bo mediya kurdî aktuel be. Divê media kurdî bikaribe bernameyên gelek baş ku bikaribe cwanên Kurd bi nirx û morale bilnd wek şexsiyetek kurd modern perwerde bike û wan ji erişa fikra qewmiya Turkî (kemalizmê). Fikra qewmîya Erebî u ya Farisî bi pareze. Di mediya kurdî de fehmek gelek şaş nuha hakime ku heger teknîka medya ya modern di dest wande hebe ew tê wê wateyê ku ew dikarin medyake baş çe bikin. Ev fehm ji binî de şaşe, ji ber cewherê medya gotara (mesaja) ji bo civatê (publîka) ye yên din tev alatin ji bo gotar gihandinêye. Lê gotar çekirin û gîhandin bi serê xwe ilmeke navê vî ilmî jî Rojnamegerîye. Mirov bi karanîna kamerekê an bi girtina mikrofoneke nabe rojnamevan. Bê guman medya Kurdî di van cend salên dawî de gelek gavên baş avêtine û gelek rojnamevanê baş gîhandine lê tevî vana jî heta nuha medya Kurdî nikare civata Kurd bi tevayî ji propaganda, dezinformatsiyon û manipulasyone bi parêze. Hejaye medya Kurdî û fakulteyên rojnamegerî yên herêma Kurdiastanê li xwe hayil bibe û problemên xwe yên teorîk û praktîk munaqeşe bike.
Bi vê munasebetê 122 salîya rojnamegerîya Kurd pîroz dikim.
P.S. Min di demên derbasbîyî de gelek li ser babetên cuda yên teorîk û praktik yên medya Kurdî nivîsî. Nuh ji bo pirsa medya û ciwan aktuele min xwest bala medya kurdî bikşînim ser vê babetê. Li jêr gelek ji raport, lêkolîn û nivîse bi Kurdî û Rûsî ku demê berê ku min li ser medya Kurdî nivîsî bu datînim, kesê bixwaze dikare lê binere:
1-Televizyonên Kurdî
2-Radyoyên Kurdî
3-Janrên (cûreyên) televîzyonê û rewşa televîzyonên kurdî.
4- Medyaya kurdî di înternetê de
5-Medya Kurdî û şerê pîskolojîk
6-Medya Kurdî “struktûr û wezîfe”.
7-https://youtu.be/bwEs0VzTGyg
8-http://www.youtube.com/watch?v=XhtBrAC4JMM
9-http://www.youtube.com/watch?v=pHiq3lXCXWw
10-https://youtu.be/NJZpp_qLEqE
11-https://m.youtube.com/watch?v=NJZpp_qLEqE
12-К дню рождения курдской журналистики.