Medya azad û helwest
Çi bi propagandayên reş û çi jî bi nûçeyên manîpulatîf û tohmetkar bin, civaka Kurdên bakur û gelek ji Kurdên derveyî welêt di bin bandora wê propagandayê de man û dimînin û tohmetên nerast jî wek rastî qebûl kirin…
Nûrî Çelîk
Medya ango çapemenî, hêza herî xurt û hêza herî bi bandor e. Medya û çapemenî dev û ziman e, hest û hişmendî ye, propaganda û guhertina giyanê mirov e. Yanî, bandorê li ser hemû hest û hişmendîya mirovan dike. Çek û sîleh bi yek derbê mirov dikuje. Medya û hêza medyayê hêdî hêdî, bêyî ku te bêşîne, bêyî ku tu pê bihisî te diguherîne, bi hest û hişmendîya te, bi ruhîyeta te dilîze û te ji qalibê te derdixe. Ewqasî xwedîyê bandorek xurt e.
Çek û sîlehê medya û çapemenîyê propaganda ye. Propaganda jî melkemotê guhertin neqişandina ruh û mejîyê insên e. Melkemot bi wê propagandayê hiş û mejîyê te dixe bin bandor û kontrola xwe û ruhekî li gor berjewendîyên xwe di bedena te de diafirîne, te li gor xwe dihûne û te dike alîgir û hevalê berjewendî û îdeolojîya xwe. Kî xwedîyê medyayek xurt be, civaka xwe jî li gor bîr û bawerî û siyaseta xwe bi rê ve dibe. Çunkî propagandaya wê medyayê di guhertina hest û mejîyê wê civakê de guhertinên mezin çêdike û civakek nû diafirîne. Radyo, televizyon, rojname û hemû amûrên propagandayê bandorek mezin li insên dikin. Partî yan jî dewletên ku xwedîyê medyayek mezin û berfireh bin, dikarin civaka xwe bi hêsanî bikin hevalbendên xwe têxin bin xizmeta dewlet yan partîya xwe. Nimûneya herî piçûk Adolf Hîtler e. Hîtler di dema xwe de radyo û medya wek çekek herî xurt û bi bandor bi kar anî û hest û mejîyê civaka Alman li gor siyaseta Nasyonal Sosyalîzmê ango Nazîzmê dagîr kir û li gor xwe neqişand. Wezîrê Propaganda yê Hîtler Joseph Goebbels digot “Medyayek bêwîjdan bidin min, ez civakek nezan pêşkêşî we bikim”. Medya hem di hişyarî û zanyarîya civakê de xwedîyê bandorek mezin e, hem jî di nezanî û paşdehiştina wê de rolek sereke dilîze.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê îro medya heri xurt di destê dewletê û PKK de ye. Medya van her du hêzan di nava 40 salî de bi propaganda Tirkîtî û Tirkayetîyê bandoren neyînî û pir mezin li kesayetî û hest û hişmendîya Kurdên bakur kirin. Ji şerê çekdarî zêdetir Kurd di bin bandore propaganda medya PKK de man. Çi bi propagandayên reş û çi jî bi nûçeyên manîpulatîf û tohmetkar bin, civaka Kurdên bakur û gelek ji Kurdên derveyî welêt di bin bandora wê propagandayê de man û dimînin û tohmetên nerast jî wek rastî qebûl kirin û îro jî dikin. Bi taybet di dijminatî û dijberîya PDK û Barzanîyan de medya PKK propaganda û manîpulasyonên kesanedî dikin û wek ku ew tohmet rast bin bi bingeh û alîgirên xwe didin qebûlkirin. Her çiqasî nêt û armanca wan têkbirina destketinên başûrê Kurdistanê, xeta netewî û tirsa Kurdistanek serbixwe be jî, medya PKK wek medya dewleta Tirk PDK û Barzanîyan wek paşverû, kevneperest, serokeşîr û wek kurmên darê didin pêş. Bêyî ku hebûna PKK a li başûrê Kurdistanê rexne bikin yan li dij derkevin, wek ku ew xwedîyê başûrê Kurdistanê bin û PDK û Barzanî ji derve hatibin neyartîyê dikin.
Helwest û armanca dewleta Tirk, propaganda û tohmetên PKK û medya wê tê fêhmkirin. Tirsa wan, neyartîya wan a li dijî PDK û Barzanîyan tirsa damezirandina Kurdistanek serbixwe ye û ev tirs gelek caran hem ji alî general û medya dewletê û hem jî ji alî rêvebirên PKK ve gelek caran hatiye ser zimên. Ev ne veşartî lê eşkere ye. Yanî, ji bo li başûr Kurdistanek serbixwe neyê damezirandin medya PKK û xebatkarên medya PKK ji gerîllayên PKK zêdetir dixebitin û êrîşî PDK û Barzanîyan dikin. Bi rêya wê medyayê hem nivîskar û qelemşûrên wan, hem hunermendên wan yên „ne hunermend“ bi tohmetên giran êrîşî PDK û Barzanîyan dikin.
Em bêjin PKK kar û xizmeta ku jê tê xwestin dike, medya PKK xizmeta ku jê tê xwestin dike û ne di xizmeta berjewendîyên Kurdistanê de ne, temam. Baş e, medya PDK çima wek medya PKK xizmeta hikûmeta xwe û destketinên başûrê Kurdistanê nake? Çima lê xwedî dernakeve, çima di bin nav û perdeya medya azad û serbixwe, yan di bin navê rojnamevanên azad û bê teref de kerr û lal û kor dimînin? Çima bê helwest dimînin û rûn li ser nanê medya dewletên dagîrkir dikin, nizanim.
Gelek caran medya PDK û Barzanîyan ji PDK û Barzanîyan zêdetir behs û propaganda PKK dike, çavên xwe ji kiryarên PKK re digre û di bin kirasê medya azad û serbixwe de bêdeng dimîne. Rojname yan bêjerên wan kirasê rojnamevanên azad û bê teref li xwe dikin û ketûm dibin, nabînin, nabihîzin, napeyivin. Dewleta Tirk û PKK îro başûrê Kurdistanê ji xwe re kirine qada şer. Dinya û alem jî dizane ku ev yek tenê ji bo têkbirina destketîyên başûrê Kurdistanê û lawazkirina PDK û Barzanîyan e. Lê çi hikmet be medya PDK û Barznîyan, rojnamevan û bêjerên wan di bin kirasê azadî û bêterefîyê de rûn li ser nanê PKK dikin û ew jî wek PKK neyartîya PDK, Barzanîyan û destketinên herêma Kurdistanê dikin.
Divê em ji bîr nekin ku li tu welatekî dinyayê medya û rojnamevanên azad tunene. Ew medya azad û kesên ku ji xwe re dibêjin rojnamevanên bêteref jî di encamê de xizmeta dewleta xwe û berjewendîyên welatê xwe dikin. Di welatekî bindest û parçebûyî wek Kurdistanê de mafê tu medyayek serbixwe yan rojnamevanekî bêteref tuneye û ku bêdeng û bêteref bimîne û neyartîya destketin û berjewendîyên welatê xwe bike. Di serî de medya PDK û Barzanîyan, rojnamevan û qelemşûrên wan, bêjer şirovekarên wan divê bi her awayî li destketin berjewendîyên welatê xwe, û bi taybet jî li PDK û Barzanîyên ku bi xwîna xwe Kurdistan anîne asta federasyon û serxwebûnê, xwedî derkevin. PDK û Barzanî jî divê kumê xwe deynin ber xwe û kirasekî nû li medya û xebatkarên medyaya xwe bikin. Kirasekî Kurdistanî, kirasekî netewî, kirasekî alîgirî û ne bêteref î, û ji her tiştî zêdetir jî kirasekî PDKî li bejn û bala wan bikin. Yan na; heger hûn bêdeng bimînin, bawer bikin bi navê medyaya azad û rojnamevanîya bêteref hûnê di nav PDK de PKK yek nû damezirînin.