
Peyvdarê serkkomarê Tirkiyê, Îbrahîm Kalin da xûyakirin ku, xalek di her du rêkeftinên Tirkiyê yên bi Rûsya û Amerîka re heye, ku mafê Tirkiyê heye li dijî her êrîşeke terorîstî xwe biparêze.
Kalin di vê derbarê de got: Li gora hevhatina Tirkiye li gel Rusya û Amerikayê, mafê Tirkiye heye li himber êrîşên teroristî ji Suriye û bakurê Suriye xwe biparêze û her weha vê yekê ve girêdayî dikare operasyona di nava axa Suriye de bike. Dema karmend, leşkerên Tirkiye li Suriye bibin armanc Tirkiye dikare destwerdanê di axa Suriye de bike. Berdevkê Erdogan tekez kir jî, heger berjewendiyên wan bên armanckirin, dibe ku Tirkiye operasyonên xwe yên leşkerî li Sûriyê berfireh bike.
Kalin dibêjê ku wan di vê derbarê de tu soz nedane nûnerê Amerikayê li Suriye.
Roja 2ê Îlona borî, James Jeffrey sardana Rojavayê Kurdistanê kiribû û bi aliyên siyasî û HSDê re civiyabû. Rojnameya “Şerq El Ewset” çapa Londonî jî li ser zarê Berdevka PYDê Sema Bektaş ragihandibû, James Jeffrey garantî daye kurdên Sûriyê ku êdî Tirkiye êrişî wan nake.