Polîtîk
Me sinor derbas nekiriye
Doh di medyayê de hate ragihandin ku, leşkerên Tirkiye bi hêzek mezin derbasî xaka Kurdistana Başûr bûn. Herweha hat ragihandin ku armanca leşkeran Xakurkê ye.
Lê Serfermandariya hêzên çêkdarên tirk di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek ragihand û got: Leşkerên me derbasî sinorê Iraqê nebûne. Em li herêmê manewrayek leşkerî dikin.
Doh ajansa Reuters nûçeyek belav kir û îdia kir ku leşkerên Tirka li devera kanîmasiyan re sinor derbas kirin û berê xwe dane Xakurkê. Gelek malperên kurdî jî cêh dan vê nûçeye.