Civak

Me Şingalê jibîrnekir û jibîrnakin!

 Îro salvegera yekem ya qirkirina Şengalê ye.Em qatilan bi tûndî rûreş dikin, hemû şehîdên xwe bi giramî bibîrtînin.Salek berê rojek wek îro çeteyên DAÎŞê, bi êrîşeke ku tu kes nelibendê bû, Şingalê îşgal kir, qetlîameke dirindane anî serê gelê me yê Kurdên Êzidî. Em wek milet hatin talankirin. DAÎŞa ku ji wahşeta wê re tu sînor tune, mêran bi metodên herî hov qetil dikir, jinên me revand, li sûkan derxistin firotinê. Ev wehşeta ku mînakên wê di dîroka kevn de heye, di roja îroyîn de bi me dan jiyandin. Mixabin, di destpêkê de dunyaya hevdemî tenê li bûyerê temaşe kirin. Ne tenê ew, herweha dewletên herêmê, dunya musulmanan ku qaşo her tim qala biratiyê dikirin bêdeng man, halbukî DAIŞê bi bikaranîna bawerîya îslamê van cînayetan dikirin.Îro pirr xweş aşkere bûye ku DAÎŞ çeteyeke ku zêdetir ji aliyê ew dewletên herêmî û yên ku îmkana wan a pêşî li têkoşîna azadiya gelê Kurdîstanê bigrin nemaye ve tê îdare kirin, pêştgirîyek mezin dibîne. Armanca wan a sereke ew e ku têkoşîna me ya geşdayî ya azadiyê, bitemirînin. Ev yek piştî Şengalê bi êrîşa Kobanê û fermanderxistina wan a li dijî Kurdan careke din jî bi zelalî eşkere bû .Bi piştgirîya Emerîka û welatên ewrûpa û bi berxwedana pêşmerge û bi alîkarîya şervanên ji perçeyên din yên Kurdistanê, gelê me erdê xwe terk nekir bi can û xwîna xwe DAÎŞê şikand .Ziyanên me giran in, lê ji her demî bêtir em nêzîktir in ji cîlên nuh re welatek azad damezirînin.Em êdî pirr zelal dibînin sedema mezin a ku me dike armanca ev cure êrîşan, bêstarbûna me ye, bê dewlet bûne. Nuha dema DAÎŞ her roj sengerek wenda dike, em dibînin hêzên cûda cûda, bi bûyerên xerîb derdikevin pêşiya me. Ev jî dide xuyakirin ku em di riyeke rast de ne û em nêzî armancê bûne. Di vê rewşê de erka me ya herî mezin û ya herî derdikeve pêş ew e ku em wek yek milet bêyî ku ferqê têxin nav perçeyên Kurdistanê bi perspektîfeke wekhevî û azadî bi hev re,em piştgirî û alîkarîya hevdu bikin. Şîara me ya îroyîn ya sereke beriye her tiştî û di gel her tiştî em yek bin û bi hev re têbikoşin.Em xuşk û birayên xwe yên ku li Şingalê şehîdbûne bi giramî bibîrtînin. Bi ev cûre qetlîaman tu hêz nikare li pêşiya têkoşîna gelê Kurdistanê ya ji bo serxwebûn û azadîyê bisekine. Gelê Kurdistanê digel destdirêjayiyên ji derve tê kirin û digel şolîkirinan wê meşa xwe ya serxwebûn û azadiyê wê bidomîne, Şingal jî dê bi temamî ji çeteyên DAIŞê rizgar bibe.Gelê Kurdistanê û dîroka mirovahîyê vê jenosîda li xwişk û birayên mê yên Kurdên Êzidî hate kirin ji bîr nake.Saxkirina birînên xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî erkeke ku li serîda li ser milê hikumeta Başûrê Kurdistanê û hemû dewlet û gelê cîhanê disekine. 03.08.2015Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê (Partiya Azadiya Kurdistanê )

Back to top button