Me garantiyên navnetewî ji bo mafên Kurdan standine
Serokê Civata Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), Ebdulhekîm Beşar, ragihand ku ji bo bidestxistina mafên Kurdan piştî nemana rejîma Beşar Esed li Sûriyê, wan garantî ji Amerîka, Brîtanya û Fransayê standine. Ebdulhekîm Beşar derbarê avakirina eniyeke nîştimanî ligel Civata Nîştimanî ya Sûriyê jî, ku Burhan Xelyûn serokatiya wê dike, got ku avakirina vê eniyê “tenê li ser yek xalê maye, ew jî qebûlkirina mafê biryardayîna çarenivîsê ye ji bo Kurdên Sûriyê ku em dixwazin ev maf li gor peyman û lihevhatinên navnetewî be. Lê wan gotin ku ew ne ligel vê xalê ne.”
Ebdulhekîm Beşar derbarê hewldanên wan bo nasandina Civata Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê, ku di 26ê Cotmeha 2011ê de li Qamişloyê hat avakirin, amaje da wê yekê ku ew bo gotûbêjê bi şêweyekî fermî ji aliyê Wezareta Derve ya Brîtanyayê hatibûn vexwendin. Piştre wan serdana Fransayê jî kirin û di meha borî de ligel nûnerê Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî dîdar û hevdîtin pêk anîn.
Ebdulhekîm Beşar derbarê serdana şanda ENKS bo Brîtanyayê jî got ku “berpirsên Wezareta Derve ya Brîtanyayê, ji bilî şêwirî û lihevguhertina bîrûboçûnan, gotin jî ku ew piştevaniya xwestekên Kurdan dikin û hewl didin Civata Nîştimanî ya Kurdî û Civata Nîştimanî ya Sûrî yekbixin.”
Wek Ebdulhekîm Beşar got, berpirsên Brîtanyayê ji şanda wan re gotin ku opozisyona erebî ya Sûriyê ji daxwaza Kurdan a derbarê mafê biryardana çarenivîsê ditirsin û got “me di vê bareyê de danûstanên fereh ligel berpirsên Wezareta Derve ya Brîtanyayê pêk anîn. Me jî got ku tirsa me jî ji Ereban heye ku ew bêtirîne û mimkune di dahatûyê de mafên me binpê bikin. Lê wan gotin eger piştî rûxiyana rejîma Beşar Esed dewleteke totalîter ava bibe, em ê vê dewletê bixin bin goşarê heta ku mafên Kurd û Xiristiyanan bide.”
“Meseleya kurdî li Sûriyê meseleyeke stratejîk e.”
Ebdulhekîm Beşar derbarê helwesta Fransayê jî got “berpirsên fransî bêtir girîngiyê didin dosyeya kurdî. Me li wir Şêwirmendê Wezîrê Derve yê Fransayê dît, ji bilî berpirsê dosyeya Lubnan û Sûriyê li vê wezaretê. Wan ji me re gotin ku bo me meseleya kurdî li Sûriyê meseleyeke stratejîk e.”
Ebdulhekîm Beşar herwiha behsa helwesta Amerîkayê jî kir derbarê Pirsgirêka Kurd li Sûriyê û got “em ligel Fred Hofman yê Şêwirmendê Wezîra Derve ya Amerîkayê Hillary Clinton bo meseleya Sûriyê axivîn. Hofman gote me eger hikûmeta piştî Esed mafên Kurdan li Sûriyê nedin, ev hikûmet wê di bin dorpêça aborî û siyasî ya Amerîkayê de bimîne, heta van mafan bide.” Ebdulhekîm Beşar herwiha got “Şêwirmendê Clinton ji me xwest ku em şandeke Civata Nîştîmanî ya Kurdî bibînin, da bi hevbeşî ligel Brîtanya û Fransayê civînekê saz bikin, ji bo bêtir naskirina nerîna me ya derbarê Sûriya piştî Esed de. Lê ev civîn hêşta pêknehatiye.”
Konferansa Hewlêrê bû sedema hevdu sûcdarkirina PYDê û Serokatiya Herêma Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) – Hêz û aliyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê piştî derbasbûna 10 mehan li ser despêkirina xwepêşandanên gelên Sûriyê û piştî çendîn salên perçebûnê, hewla yekgirtina peyama kurdî û yekbûnê didin. Di vê çarçoveyê de, roja 28ê Çileya 2012ê li Hewlêrê konferansa revenda kurd a derveyî Sûriyê hat sazkirin. Lê çend aliyên kurdî di konferansê de beşdar nebûn, di nav wan de PYD. Hin aliyên kurdî bi fikarin ku ev konferans bibe sedema jihevdûrketina aliyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê.
11 partiyên kurdî yên di bin banê Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di vê konferansê de civiyan, herwiha bi dehan kesatiyên siyasî, nûnerên çendîn rêxistinên siyasî û sivîl, ku ji 25 welatên dinyayê hatibûn, xwestin peyama Kurdan a bo piştevanîkirina şoreşa Sûriyê û qunaxa piştî rûxiyana rejîma Beşar Esed bikin yek. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek şand konferansê û got “em bi yek mercî piştevaniya wan dikin, ew jî ku yekrêz bin.”
Mesûd Barzanî wiha berdewam kir: “Niha guhertinên mezin li navçeyê pêk tên ku ti hêz û dewlet nikarin himber van guhertinan rawestin. Loma gelê Kurd jî divê xwe ji bo her pêşhateyekê amade bike.” Barzanî herwiha got “rewşa Sûriyê ji du aliyan ji bo Herêma Kurdistanê girîng e: yekem, sînorekî me yê dirêj ligel vî welatî heye, duyem jî bêtirî du milyon Kurd li Sûriyê dijîn.” Mesûd Barzanî got loma “em nikarin temaşekar bin û girîng e em bizanin ev guhertin wê çawa pêk bên.”
Serokê PYDê, Mihemed Salih Muslîm, ku partiya wî ne di nav Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê de ye û herwiha beşdarî konferansa Hewlêrê jî nebûn, bo Rûdawê got “yên beşdarî vê konferansê bûne nêzîkî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ne. Ev konferans jî ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê hatibû organîze kirin. PDK dixwaze yên beşdarî vê konferansê kirine, têkiliyan ligel Civata Nîştimanî ya Sûriyê û Burhan Xelyûn çêkin.” PYD bawer dike ku Civata Nîştimanî ya Sûriyê ji aliyê Tirkiyeyê tê piştevanîkirin û nabe gotûbêj ligel wê bên kirin. Serokê PYDê herwiha got “em wisa dibînin ku ev hewlên Serokê Herêma Kurdistanê bo piştevanîkirina Encûmena Nîştimanî ya Kurdî wê bibe sedema têkdana yekrêziya Kurdan li Sûriyê.”
PYD endama hevgirtineke din a opozisyona Sûriyê ye, ya bi navê Komîteya Hevrêziya Niştîmanî ji bo Guherînê ku bingeha wê li Şamê ye û ji aliyê hin derdoran wek piştevankera rejîma Esed tê tawanbarkirin. Serokatiya Herêma Kurdistanê jî di roja 1ê Sibatê de bi daxuyaniyeke tund bersîva PYDê da ku di beşeke vê daxuyaniyê de dibêje “bila gelê Kurdistanê vê biryarê bide ka cudahî û perçebûn li kû û di çi tiştê kongreya Hewlêrê de tê dîtin. Ev hemû welatparêzên birêz ku beşdar bûne, wê çawa amadeyî kongreyekê bibin ku armanca wê çêkirina cudahiyê be? Kîjan mantiq vê qebûl dike ku ev hemû xelk û ev hemû hêzên siyasî wê çavê xwe li pêngavekê biniqînin ku cudabûnê peyda bike? Yan tek aliyê ku bi xwe nexwestiye amade bibe, bi kîjan mantiqî tenê xwe dipejirîne û bêtirî ji aliyê wê ve tefrîqeçîne!”
Serokê PYDê ku ji bajarokê Kobanê li Rojava Kurdistanê bi rêya telefonê bo Rûdawê axivî, got ku ew bo konferansê hatibûn vexwendin, lê tenê weke mêvan. Lê karbidestên Herêma Kurdistanê dibêjin ku weke hemû aliyên din, vexwendina beşdarîkirinê bo wan jî hatiye şandin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di beşeke din a daxuyaniya xwe de dibêje “PYD ji bilî vê hêncetê dixwaze di vê qunaxa hestiyar a ku Kurdistana Sûriyê têde derbas dibe, van axaftinên nerast û bê bingeh derxîne nava civaka Kurdistanê ku konferansa Hewlêrê cudabûn û perçebûnê dixe nava rêza Kurdan. Ev hêncet ji qebaheta berê mezintir e, ji ber ku raya giştî ya Kurdistanê haydarî vê yekê ye ku kongreya Hewlêrê bo xurtkirina nava malî, yekrêzî û yekhelwestiya Kurdan bû.”
Her di vê bareyê de Serokê Encûmena Nîştimanî ya Kurdî, Ebdulhekîm Beşar, ji Rûdawê re got: “PYD bêtirî carekê hat vexwendin bo beşdarîkirina di vê konferansê de, ku ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê hatibû organîzekirin. Herwiha tevaya partiyên kurdî yên naskirî li Sûriyê hatibûn vexwendin weke mêvan.” Vî herwiha got “PYDya ku biryara baykotkirina konferansê da, şaşî kir.”
Rudaw/ Hîvîdar Ehmed