Mazlum Ebdî hewara xwe digihîne Biden!
Fermandarê Kurdên Sûriyê bang li Biden kir ku pêşî li êrîşa Tirkiyê bigire
Tirkiyê roja Sêşemê zincîrek êrîşên asmanî yên kujêr li seranserî Îraq û bakurê Sûrîyê pêk anî, wek tolhildana êrîşa bombeyî ya hefteya borî li Stenbolê.
Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk bang li Serok Joe Biden dike ku êrîşeke bejayî ya Tirkî rawestîne û got:Êrîşek bejayî dê bakurê Sûriyê wêran bike û şerê li dijî Dewleta Îslamî têk bibe.
Di hevpeyvînekê de ligel POLITICO, General Mazlûm Ebdî got ku Amerîka, li himber tehdîdên serokkomarê Tirkiyer Tayib Erdogan yê ku, destpêkirina operasyoneke bejayî ji bo tolhildana teqîna kujêr ya hefteya borî li Stenbolê, helwesta pêwist nîşan nedaye.
Ebdî da xûyakirin ku, dema hilbijartinên serokatiya Amerikayê de, Biden gotîbû ku, ew xiyanetê li Kurda nake, serokê berê Trump di Cotmeha 2019ê de, leşkerên DAY ji bakurê Suriye vekişand û hişt Tirkiye dest bi operasyoneke kujer bike ku 300,000 kes koçber kirin.
Ebdî dibêje: Em di wê baweriyê de ne ku berpirsiyariyeke siyasî û mirovî ya rêveberiyê ye û serok bi xwe parastina bajarên kurdan û malbatên 12,000 şehîdan piparêze, yên ku di şerê li kêleka leşkerên Amerîkî de li dijî DAIŞê li Sûriyê şehîd bûne.
Wî bang li astên bilind ên hikûmeta Amerîkî kir ku fişarên li ser Enqerê zêde bikin. Daxuyaniyên ku heta niha hatine kirin têrê nakin ku planên Tirkiyê yên operasyonên nû yên li dijî me bêne rawestandin.
Gotinên Malum Ebdî piştî çend roj in ku, Tirkiyê zincîrek êrîşên asmanî yên kujêr li seranserê Îraq û bakurê Sûriyê pêk anîbûn wek tolhildana êrîşa Stenbolê. Erdoğan roja Sêşemê soz da ku “terorîstan ji holê rake” û amaje bi milîsên kurd kir ku ew ji êrîşa 13’ê Mijdarê ya Stenbolê berpirsyar dibîne ku 6 kes hatin kuştin û zêdetirî 80 kesên din jî birîndar bûn.