Mazlûm Ebdî: Amerîka ji me re gotiye ku ew ji Sûriyê venakişin
Fermandarê HSD Ebdî dibêje:, “Amerîka ji me re gotiye ku ji ber aloziyên li herêmê, ji Sûriyeyê venakişin.”
Ebdî ji Al-Monitor re axivî û diyar kir ku Îran dixwaze hêzên Amerîkî ji Sûriyê derxîne, ku ev yek armanca bingehîn û hevpar a “rejîma Sûriyê û Tirkiyê ye jî”.
Li gor zanyariyên ku ji aliyê Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan dayexûyakirin ku zêdetirî 70 êrîş li dijê , bingehên Amerîkayê yên li Sûriyê û Iraqê hatine kirin û di encamê de zêdetirî 60 leşkerên Amerîkî birîndar bûne.
Derbarê gotinên ku behsa derketina hêzên Amerîkî ji herêmê tê kirin de, fermandarê HSDê got: “Eger Amerîkî ji Sûriyê derkevin, neçar in ji Iraqê jî derkevin , lê wan ji me re got ku ew ê ji Sûriyê dernekevin.”
Mezlûm Ebdî wek din jî eşkere kir ku firokeyeke bêpîlot a xwekujî ya Îranê êrişî depoyeke cebilxaneyê ya hêzên wan kir û di encamê de endamên HSDê birîndar bûn û ziyaneke madî ya mezin çêbû.
Ebdî got jî ku bersiva Amerîka li hember van êrîşan “bandora pêşîgirtinê ya tê xwestin nîne”, û nîşan dide ku ew naxwazin herêmên wan bibin qada şer di navbera Amerîka û Îranê de.