CivakRojev

Masa pêncqolî wê bi piştgirîya HDP hilbijartinê qezenc bike

MEHMET ALTAN

Ev baş bû….

Bêguman di eniya muxalefetê de hesta xiyanetê heye. Ew jî rast dibêjin. Îxanetek eşkere heye. Di kêliya dawî de Meral Akşener û Îyi Partî bi pêngava ku destê Erdogan xurtir kir, helwesta xwe guhert.

Bi rastî ez vê yekê ji bo Îyi Partî bi xwe wek pêşketinek kujer û ji bo pêşeroja Tirkiyê jî wek pêşketinek bi fêde dibînim. Heger Îyî Partî di nav maseya şeşan de li ser rêya xwe berdewam bikira, piştî ku hat ser desthilatê wê tevgerên mîna îro bikira û sîstem kilît bikira.

Her wiha ger bi maseya şeşling re di hilbijartinê de bi ser biketa, dikaribû MHP daqurtanda û ji CHP hinek deng bidest bixista û wek partiyek pir mezin, pir bi pirsgirêk, rê li ber guhertinan bigirta.

Ez wisa difikirim îhtîmalek mezin heye ku Îyi Partî bi vê tevgera şaş dawî li xwe bîne. Bingeha vê partiyê ji komên ku herî zêde ji hikûmeta AKP nefretê dike pêk tê. Wisa dixuye ku ev bingeh wê pêşketinek wisa ku xizmeta Erdogan dike qebûl neke.

Ez wisa difikirim ku di encama vê biryarê de siyaseta Tirkiyê wê bikeve serdemek ku “neteweperestiya kevin” bi dawî bibe. Bi baweriya min MHP û Îyî Partî wê di hilbijartina yekem de gelek paşve bikevin. Ev kok wê zuwa bibe yan jî bibe formek din a li gorî temenê. Her wiha ne diyar bû ku Akşener û partiya wê çi û çima kirine.

Çima partiyek bi gotina “Kiliçdaroglu nikare di hilbijartinê de bi ser bikeve” hilbijartinê dixe xeterê? Armanca hewldana parçekirina CHP û provokekirina şaredariyên CHP çawa tê nirxandin? Ji xeynî vê, ew kesên ku ev salek û nîv e tu bi wan re dimeşî û tenê şeva borî heman peymana lihevkirinê îmze kiribû, bi giranî sûcdar bikî, ev çi exlaqê siyasî ye? Ev vegerek çawa ye?

Ev yek ji bo vê partîya ku silavê jî nade Kurdan û serdana Sedat Bucak dike, baştirîn çareserî bû ku dev ji karwên berde. Berdewamkirina siyaseta li ser bingeha ol, ziman û nijadê, bi îxaneta maf û azadiyên bingehîn, li Tirkiyeya ku ji nû ve avadaniyê dike, bersivek nedidît.

Baş e, niha wê çi bibe?

Maseya pêncqolî bi desteka HDP di hilbijartinê de bi ser dikeve.

Tirkiyeyek nû ava dibe. Partiyên nebawer yên wek Partiya Baş, ku nûnerên hestên kevn in, bi xeletiyên xwe ji rê derdikevin.

AG

Back to top button