Civak

Maruf: Pêkhateyên li Herêma Kurdistanê piştgirîya tu alîyekî nakin

Wezîrê Pêkhateyên Herêma Kurdistanê û Endamê Mekteba Siyasî ya Enîya Tirkmenên Iraqê (ITC) Aydin Maruf got: “Dezgehên li Herêma Kurdistanê bêalî ne û di nakokîyên siyasî de piştgirîyê nadin tu aliyekî”.

Maruf, li Mekteba Siyasî ya ITC ya Hewlêrê di derbarê kota û hilbijartinan de bi amadebûna nûnerên hinek alîyên siyasî yên Tirkmenan civînek çapemenîyê li dar xist. Wezîr Marûf got: “Di demên dawî de, di navbera partîyên siyasî û di derbarê qanûna hilbijartinê de nakokî derketin. Hin partî jî di qanûna hilbijartinê de kotayan dikin hedef. Di derbarê qanûna hilbijartinê de gilîyê Dadgeha Federal hat kirin û tê de behsa kotayan hat kirin”.

Marûf da zanîn, biryar hatiye dayîn ku hevdîtinên li Dadgeha Federal ên têkildarî qanûna hilbijartinê bên taloqkirin û got: “Di 15ê Cotmehê de Dadgeha Federalî wê li ser qanûna hilbijartinê û kotayan rûniştinekê pêk bîne. Tirkmen her tim alîgirê aştîyê ne. Tirkmenan her tim bi rêya diyalogê daxwaza mafên xwe kirine. Di vê çarçoveyê de daxwaza me ew e ku Tirkmenan û kotayan ji nakokîyên siyasî derxin”.

Marûf da zanîn ku ew li gel wê yekê ne hilbijartin li gor yasaya hilbijartinên sala 2018ê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bên lidarxistin.

Back to top button