Cîhan
Margaret Thatcher jiyana xwe ji dest da
Serokwezîra Britanya ya kevin Margaret Thatcher îro 87 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Margaret Thatcher sala 1979 bû serokwezîrê Brîtanya û 3 hilbijartinan de berdewamî desthilatdarî destxist û serokwezîriya xwe berdewam kir. Margaret Thatcher heta sala 1991ê wek serokwezîra Britanya ma.
Margaret Thatcher yekemîn jin bû ku bû serokwezîra welatê xwe. Herweha heta nihajî ji wê pêve serokwezîrek jin li Brîtanya çênebûya. Di dema desthilatdariya xwe de wek kesayetek bi îrade û xwedî biryar dihat naskirin.
Margaret Thatcher van deh salên dawî nexweş bû, herweha encama nexweşîya xwe de çû ser dilovaniya xwe.