Mandela: Dewleta kurdî ava dibe
Rêveberê herêmî yê rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Kazakîstanê Wirya Qeredaxî ku ji sala 1991ê ve ligel NY kar dike, behsa sê hevdîtinên xwe yên digel Nelson Mandela dike. Wê demê li başûrê Afrîka wekî sazkerê NY’î yê karî çandî û avakirinê kar dikir.
Wirya Qeredaxî derbarê yek ji hevdîtinên xwe yêndigel Mandela ji Rûdawê re got: “Dema hilbijartina 1994ê temam bû û Mandela bû serok, wî em vexwendin. Dema ez çûm gel, min jêre got, ez bi navê gelê kurd pîrozbahiyê li te dikim û hêviyê dixwazin ku rojek ji rojan kesayetekî wekî we ku 27 salan li girtîgehê bûyî, giringiyê bide pirsa kurd.. Ji min pirsî, gelo pirsa kurd gihaye çi astekê û min jî jêre besh kir. Wî ji min re got, dibe ku ne tu û ne jî ez, Kurdistanekî azad bibînin, lê wê nifşek bê û wê dewleta serbixwe ya kurdî bibînin. Hûn hêjayî dewletê ne, ji ber hûn gelê kurd qet baweriya xwe ji dest nadin.”