Kultur

Malpera Emerîkê Serdar

AGAHDARÎ
 
Xwendevanê hêja!

Nha malpera nivîskar, rojnemevanê kurd Emerîkê Serdare şexsî heye. Lînk-a wê haye: http://kd-amarikesardar.aidonor.com

Ew bi 2 zimanaye: kurdî û rûsî. Malper dewlemende, xênji qinyatê cûre-cûre, orîgînala, dokûmênta û têksta, usa jî gele wêneê wî, malbeta wî, rewşenbîrê me, dîdemê şanoê kurdî û yêd mayîn hene. Ew dikarin kêrî wan xwendevana bên, ku pirsê çand û edebyeta kurdê Sovêtêva mijûl dibin. Malper amade kirye dota nivîskar Nûra Emerîk (Nûrê Serdaryan).”
 
Em gumanin hûnê evê agahdarîê malpera xweda bidin weşandinê.

Bavê min we silav dike.
Bi qedirgirtin,
Nûra Emerîk.


Emerîkê Serdar kiye:

   

Nivîskarê kurd, rojnemevanê Ermenîstanêyî emekdar, tercmeçî, krîtîkê edebyetê û şuxulkarê civakî Emerîkê Serdar (Emerîkê Dewrêş Serdaryan) 8 sibatê sala 1935-a gundê Pamba Kurdada (nha Sîpan) nehya Aparanê (nha qeza Aragasotnê, Ermenîstan) li maleke êzdyada hatye dinê. Dê-bavê wî gundî bûn: Dewrêşê Serdar û Seyra Xudo. Ew hela şeş salî nîbû, gava destbi Şerê Wetenîêyî mezin bû û bavê wî şehîd ket. Temamya giranya xweyîkirin û mezinkirina kurê taê-tenê kete ser milê dayka wîye nexwendî Seyrê. Emerîkê Serdar paşî kutakirina dibistana gundê xweye 7-sale xwendina orte dibistana gundê Elegezêye navînda stend. Sala 1959-a ewî fakûltêta dîrokê-fîlologîê ya Înstîtûta Ermenîstanêye pêdagogîêye ser navê Xaçatûr Abovyan kuta kir, 3 meha dibistana gundê Elegezêye navînda bû dersdarê ziman û edebyeta ermenya, ziman û edebyeta kurda. Hema wê salê ewî teglîf dikin, wekî radîoa Yêrêvanê para xeberdanê kurdîda kar bike. Pêşîê ew vêderê dixebite çawa dîktor, paşê dibe cîgirê serokê parê. Sala 1962-a Emerîkê Serdar cîguhastî rêdaksîa rojnema “Rya teze” dibe. Pêşîê dixebite çawa tercmeçî, paşê dibe serokê para çandê û nema, katibê cabdar, cîgirê rêdaktor. Lê ji sala 1991-ê hetanî sala 2006-a ew dibe rêdaktorê rojnemêyî sereke. Sala 2006-a derbazî pênsîaê dibe.

Emerîkê Serdar ji sala 1965-a endamê Yekîtya rojnemevanê Ermenîstanêye, lê ji sala 1995-a endamê Yekîtya nivîskarê Ermenîstanêye. Sala 1980-ê bona emekê mezin di dereca pêşdabirina prêsaê Emerîkê Serdar bi hurmetnema Sedirtya Sovêta Ermenîstanêye tewrebilind tê rewakirinê, lê sala 1986-a ew layîqî navê hurmetlî – Rojnemevanê Rêspûblîka Ermenîstanêyî emekdar dibe. Emerîkê Serdar du cara bûye dêlêgatê hemcivînê Yekîtya rojnemevanê Sovêtê, ku Moskvaêda derbaz bûne. Meha avgûstê sala 2009-a Navenda Bîografîêye navnetewî (Kêmbrîc, Anglîa) (International Biographical Centre (Cambridge,England) navê “Profêsîonalê cihanêyî pêşîkêş – 2009” daye Emerîkê Serdar. Emerîkê Serdar nava kurdada merivê yekemîne, ku layîqî wî navê navnetewî hurmetlî bûye.

Ji sala 1994-da ew serokê serwêrtya Şêwra rewşenbîrê Ermenîstanêye kurde.

Emerîkê Serdar 2 cara Başûrê Kurdistanê qesidye. Cara yekemîn sala 2001-ê bi teglîfkirina Mam Celal. Cara duda sala 2006-a tevî konfêransa kurdzanya Rûsîaê bûye, ku Hewlêrêda derbaz bûye. Ewî wê konfêransêda bi têma “Rol û kemala rojnema “Rya Teze” doklad xwendye, ku ji alîê hazirada baş hatye qebûlkirinê.

Derheqa emir û şuxulkarya wîda gotareke mezin 2 hejmarê rojnema “Xebat”-da (19.X.2008 (N 3000), 20.X.2008 (N 3001)) hatye nivîsarê.

Emerîkê Serdar xudanê bi seda gotaraye derheqa pirsêd edebyet û çanda kurdada, ku bi zimanê kurdî, ermenî, ûrisî hatine çapkirinê.

      Çawa kurdzan Tomas Boîs pirtûka xweye “The Kurds”, ku sala 1966-a çap bûye, dinivîse, Emerîkê Serdar merivê pêşine, ku destbi rexnekirina edebyeta (krîtîka edebyeta) kurda kirye.

      Hetanî nha 8 berevokê serhatî û romanokê Emerîkê Serdar çap bûne. Ji wana pênc bi zimanê kurdîne – “Destê dê” (1974), “Îdî dereng bû” (1979), “Dengê dil” (1985), “Gundê me” (2006), “Hisreta emir” (2008), “Bijare” (2011). Lê du berevok jî efrandinêd wîne, ku bi ûrisî hatine tercmekirinê: “Bûk du cara syarkirin” (ûrisî navê pirtûkê haye – “Dewetek du cara kirin”) (2005) û “Hetanî kengê?” (2007). Efrandinê berevoka ûrisîye pêşin hersê qîzê wî – Leylê, Nûrê û Zerê – tercme kirine, lê efrandinê berevoka duda Nûrê tenê tercme kirye. Nha berevoka efrandinêd wîye bi ûrisî tercmekirî hazire bona çapkirinê. Navê wê “Rya pêşîê min”-e. Ew efrandin Nûrê tercme kirine û berevok hazir kirye.

      Serhatîêd Emerîkê Serdar kirine pirtûkê dersê zimanê kurdî, hemû hejmarê almanaxa efrandinê şayîr û nivîskarê kurdê Ermenîstanêye “Bahara teze”-da hatine çapkirinê, usa jî welatê derekeda neşir bûne.

      Emerîkê Serdar eyane çawa tercmeçîkî baş. Ewî çend pirtûkê seyasetîê tercmeyî kurdî kirine û çap kirine. Emerîkê Serdar tercmeçîkî edebyeta bedewetîêye. Ewî romanoka nivîskarê ermenyayî meşûr, dost û xêrxazê gelê kurd, redaktorekî rojnema “Rya teze”-yî pêşin Hiraçya Koçare “Hisret” tercmeyî kurdî kirye û çap kirye. Ew tercmeçî û hazirkirekî wan berevokê şayîrê ermenyayî mezin Hovhannês Tûmanyan û Avêtîk Îsahakyane, ku bona 100-salya bûyîna wan bi kurdî hatine çapkirinê. Ewî usa jî efrandinê gelek nivîskarê ermenî, ûris, Avropa roavaê, Asîaê tercme kirine û rûpêlê rojnema “Rya teze”-da dane çapkirinê.

Emerîkê Serdar emekekî giranbaha kirye nava nivîsara kurdaye vekirîda. Efrandinê wî, ku derheqa qewmandinêd rêaldanin, usa rast emir nîşan didin, ku merî dikare wana hesabke çawa tiştê dokûmêntal.

Têma efrandinêd wîye hîmlî emrê gunde. Ew emir gelekî rêal û bedew hatye nîşandayînê bi hemû derecê xweva, bi şîn û şayê xweva. Lê nîgara dê nava efrandinê wîda cîkî berbiç’ev digre. Ew gelekî bi dil û xemkêşî derheqa dêda, xemxurî û mêrxasya wêda, emrê wêyî dijwarda dinivîse. Nîgara dê bi hemû atrîbûtê xweva tê ber ç’evê xwendevana. Ewî guhdarya mezin usa jî danye ser psîxologîa dayîkê, usa rêal nîşan daye, wekî te tirê ew dayîk zûda tera nase û nêzîkî dilê teye.

Em dikarin bêjin, wekî cara pêşin nava edebyeta kurdê Sovêtêda Emerîkê Serdar nivîskarê pêşine, ku guhdarî danye ser psîxologîa nîgarê xwe, usa rêal û nazikayî nîşan daye, wekî hukumekî mezin ser xwendevana dihêle. Zimanê nîgarê wî jî zêndîye, her yek bi cûrê xwe xeber dide, xeberdana yekî ne mînanî yê mayîne. Emerîkê Serdar ev cudatya xeberdana nîgara cara pêşin kirye nava edebyeta kurdê Sovêtê. Zimanê nivîskar dewlemende. Ew mesela, meteloka, îdîoma, fraza bi merdane dide xebatê û ew nava efrandinê wîda pirin. T’u tiştekî ecêb vêderê tune – nivîskar zarotî û cihaltya xwe gundda derbaz kirye, li k’u her tişt bi zargotinê hatye perwerdekirinê.

Emerîkê Serdar nava edebyeta kurdê Sovêtêda nivîskarê pêşin bû, ku janra nexş-nîgarê hûr anî meydanê. Nexş-nîgarê wîye hûr kurtin, kûrfikrin, fîlosofîne.

Ew yek, wekî çawa xwendevanê kurd, usa jî xwendevanê bi zimanê ûrisî bi nivîsar efrandinêd Emerîkê Serdar çiqas begem kirine û bilind qîmetkirine, xwe ber nîşana wê yekêye, wekî nivîskarê me çiqasî bi dilê xwendevanara xeberdaye. Xwendevanê bi zimanê ûrisî dinivîsin û dibêjin, wekî ewana bi serî efrandinêd Emerîkê Serdar gelê me, rabûn-rûniştina wî, erf-edetê wî nas kirine. Eva jî bûye p’irake qewîn navbera xwendevanê miletê mayîn û emrê gelê me.

Çend sala bi têlê şiroçîê radîo û têlêvîzîona Îranêye kurdî bûye.

Nivîskar  Yêrêvanêda dijî û diefirîne.

Back to top button