Polîtîk

Malikî sîxuriyê dike

Li gora ajansa AKnews radigihîne, tora peywendiyan a Iraqê eşkere kir ku dezgehên ewlekariyê yên ku Serowkezîrê Iraqê Nûrî Malikî serpereştiya wan dike, sîxuriyê(casusiyê) li ser telefonên hejmarek berpirsên iraqî yên ku dixwestin baweriyê ji Malikî bistînin dikin.

Li gorî nûçeya rojnameya el-Şeriq el-Ewset, tora peywendiyan a Iraqê ji zarê berpirsekî payebilind ê Iraqê veguhastiye ku dezgehên bi ser wezaretên navxwe, bergirî û hewlagiriya Iraqê çavdêriya liv û tevgerên nkesêayetên li dijê  Malikî dikin û bi taybet yên ku daxwaza vekişandina baweriyê îmza kirine.

Çavkaniyê bal kişand ku ew dezgeh her wiha sîxuriyê li ser telefonên neyarên Malikî dikin.

Di 9ê vê mehê de, çend kesatiyên siyasî ji heman rojnameyê re gotibûn ku telefonên wan di bin çavdêriya dezgehên ewlekariyê de ne.

Back to top button