Civak

Malikî sersaxya Nêçîrva Barzani kir

Nurî Malikî Cîgirê Serokomarê Îraqa Federal,  roja 08.04.2018, bi boneya wefata Dilovan Îdrîs Barzanî, birayê Nêçîrvan Barzanî, bi telefonê peywendî bi Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û sersaxî jê re xwest.Malikî di peywedniya telefonî de, hevxemî û hevderdiya xwe ji bo wefata neliwext ya xwedêjêrazî Dilovan Barzanî, ji Nêçîrvan Barzanî û malbata Barzanî re nîşan da û hêvî xwest ev xema dawiyê ya wî û balbata wî be û Xwedayê mezin xwedêjêrazî bi dilovaniya xwe bi beheştê şad bike.Nêçîrvan Barzanî ji bo wê peywendiya telefonî û nîşandanan hevderdî û hevxemiyê, sipasiya Nurî Malikî cîgirê serokomarê Îraqa Federal kir.

Back to top button