Cîhan
Malikî desthilardariya Îranê li Iraqê nahêle
Li gora nûçeya rojnameya ElşerqElewset, Nûrî Malikî ev mijara han ji Amerîka re misoger kiriye û gotiye, ku ew nahêle alîyê Sedr û Encûmena Bilinda Islamîya Iraqê serkevtinê pêk bînin, ji ber ku ew girêdayî Îranê ne.
Belê Nûrî Malikî weha jî daxwaz kiriye, ku gerek Amerîka li himber vê yekê piştevanîya Nûrî Malikî bike.
Li gora vî jêderî, Nûrî Malikî di vê dawîyê de hinek saziş (tenazul) jî pêşkêşî alîyê Sedr kiriye, da ku alîyê Sedir nema li dijî wî be. Belê jêderekî alîyê Sedir da xuyakirin, ku ew sazişên ku Nûrî Malikî ji wan re pêşkêş kiriye, bê sûd in.
Endamê lîsta Hevgirtina Dewleta Qanûnê Heyder Elcoranî jî di vê derbarê de got, ku ew her Nûrî Malikî ji bo posta serokatîya hukûmetê dikin namzet.