Cîhan

Di navbera Kurdan û Hizbullah de şer derket 3 kes hatine kuştin

Hate ragihandin ku sedema pevçûnê, ji ber ku bavê xortê hatiye kuştin partiyeke wî heye bi nave partiya Îsalmî û ew partî bi lîsteya serokwezîrê Libnanê Saed Al Herîrî ve girêdayî ye û cihê wê di malên Hizbullah de ye, ji bo vê yekê tengasî û zordariyê li wan dikin ji bo ku navenda xwe ji wê derê bibin.
Cemal Umêrat bavê Ehmed ew bixwe jî Muxtarê Ziqa Bilat e, ji hêla Kurdan ve ser bi lîsteya Herîrî ve ye.

Bi bûyera vî şerî Beyrût dorpêç bû û tevgera giştî zêdetirî 4 saetan hate rawestandin .
 Hizbullah diyar kir ku ev pevçûn ne plankirî bû, lê heta niha tu tişt ji hêla Malbata Umêrat ve nehatiye ragihandin .
Hêjayî gotinê malbata Umêrat mezintirîn malbate di nav Kurdan de li Libnanê, hejmara wê 70,000 kesî derbas dike.

Segvan Xelîl

(Avesta Kurd)

Back to top button