Malbata nûnerê ENKSê li Stanbulê hate binçav kirin
Li Stenbolê malbata Serkirdeyê Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di Îtîlafa Opozisyona Sûriyê de Hewas Egîd hat desteserkirin.
Nûnerê Tevgera Çaksaziya Kurd li Başûrê Kurdistanê Cedan Elî ji Rûdawê re ragihand ku ev sê roj in hevjî û sê zarokên Serkirdeyê ENKSê di Îtîlafa Opozisyona Sûriyê de Hewas Egîd li Stenbolê girtî ne.
Cedan Elî da zanîn ku ew kiryarên Tirkiyê ji ber helwesta Hewas Egîd a derbarê Efrînê de ye ku wî vê demên dawiyê çend gotarên ne bi dilê Tirkiyê li ser Efrînê pêşkeş kirine.
Nûnerê Tevgera Çaksaziya Kurd li Başûrê Kurdistanê herwiha destnîşan kir yek ji sedema girtina malbata Hewas Egîd ew bûye ku şandeke wan li Parîsê bi serperiştiya rayedarên Fransî ligel nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hevdîtin pêk anîne.
Hewas Egîd, endamê Kurd di desteya danûstandkar ya opozîsyona Sûriyê de ye ji bo danûstandinên Cinêvê, herwiha endamê Komîteya Destûra Rûsî ye û serkirdeyê Tevgera Çaksaziya Kurd e, tevî malbata xwe li Stenbolê dijî, lê dema girtina malbata wî, ew li dervveyê Tirkiyê bû.
Di rastiya xwe de girtin û daxwaza dersinorkirina malbata Hewas Egîd ne tenê sedemên hatine eşkere kirine. Hewas egid di nava opozisyona Suriye de her demî berjewendiyên kurda parastine û di hemû civîna û daxûyaniyên xwe de ev yek eşkere kiriye.
Egis tevlî gelek bernameyên televizyonî bûye û dîtina ENKSê di derbarê pirsa rojavayê Kurdistanê de gotiye. Herweha di civînên navnetewî de jî û di nava opozisyona Suriyê de jî Hevas bi helwesta xwe ya parastina mafên rewa yên kurda tê naskirin.
Lê di derbarê helwesta Tirkiye li himber Hewas Egid de, hinek pirsên din hene. Ihtimala ku ev pirsgirêk di nava ENKSê bi xwe de bên jî hene. Di vê derbarê de lêkolinek tê kirin . Heta baweriyek heye ku nakokiyên hinek kesan di nava ENKSê de ku li himber Tirkiye devnermiyê dikin û leyiztikên qirêj dileyzin jî heye.
Di encama lêkolînê de, ev tişr di aliyê malpera me de , dê bêne eşkere kirin. Pêwiste ENKS bi xwe jî di vê derbarê de lêkolînekî bike û hinek bûyeran ji Raya Giştî re eşkere bikin. Eger ev yek nebê ENKS bi xwe dikeve di bin tohmetekî mezin de.