Mafê mirovan li Tirkiyê girêdayî pirsa kurdî ye
Thomas Hammarberg, komîserê mafên mirovan yê Konseya Ewrûpayê rapora xwe ya dawî yê li derberê Turkiyê pêşkêş kir. Di raporê de rexneyên giran li qanûn û sîstema hiqûqî ya Tirkiyê tê girtin; bi taybetî jî di warê şîrovekirina fereh ya terorîzmê, dema dirêj ya binçavkirinê û bêalîtiya dadgehan ya li beramberî rêvebiriya siyasî tê rexne kirin.
Li gor Thomas Hammarberg dadgeh û sîstema hiqûqî dewletê diparêzin, ne mafên mirovan û sedema sereke û xuyakar ya tundiya qanûnan û binpêkirinên mafên mirovan li Tirkiyê pirsa kurdî ye.
Thomas Hammarberg, komîserê mafên mirovan yê Konseya Ewrûpayê di rapora xwe de ya li ser qanûn û dadmendiya li Tirkiyê de dibêje bes çareseriya pirsa kurdî dikare astengên li ber pêkanîna mafên mirovan rabike.
– Ez bawer dikim roleke xuyakar ya pirsa kurdî heye.Û bi ya min heta ku muzakereyên yekser çênebin û çareseriyeke siyasî pêk neyê emê tu gavên rastiqîne yên pêşkeftinê jî nebînin. Heger ev pêk were dê wê demê astenigiyên mezin yên li pêş rêzgirtina mafên mirovan jî werin berterefkirin.
Rapora bi navê ”Pêkanîna edaletê û parastina mafên mirovan li Tirkiyê” li ser bingehê serdanên Thomas Hammarberg yên bo Tirkiyê hatiye amadekirin. Hammarberg li Enqere, Stembol û li Diyarbekirê gelek hevdîtin pêk anîne. Hem bi wezîr, siyasetvan, hakim û dozger û hem jî bi mexdûran re, weke girtiyên li zindana Amedê.
Hammarberg dibêje ku, mesela herî aloz girse-girtinên bi navê ”doza KCKê” ne lê her weha girtinên li hemberî derbexwazên tirk jî. Bi ya wî girtî di pêvajoya mehkemekirinê de demeke dirêj girtî û binçav de dimînin. Ev tişt di serdana wî ya zindana Amedê de jî hatibû rojevê.
– Di serdana xwe ya li Diyarbekirê, ez hem bi dozger û hem jî girtiyan re axivîm. A yekem, jimara kesên tên girtin geleke û berya mehkumiyeta wan bê dayîn demên gelek dirêj li zindanê dimînin. Ev jï dibe sedem ku, kesên bêsûc ji ber fikir û dîtînên xwe werin cezakirin. Girtî ji dema dirêj ya girtîmayînê gazin dikin. Girtinên wisa dirêj, li gorî peymanên navnetewî tenê di halên îstisna de dikare pêk were, ew jî heger ku mirov bawer bike dê bersûc bireve an jî zext li ser şahidan bike.
Sedema herî mezin ya ku ewqas jimareke mezin kes têne girtin, ya wekî operasyona serê vê sibehê (13.01.2012) ya li 16 bajarên Tirkiye û Kurdistanê şîroveya fereh ya tarîfa terorîzmê ye. Weke mînak, li gorî lêkolîneke ajansa nûçeyan ya navnetewî Associate Press (AP) ku vê buharê hat weşandin, nêzî nîvê wan 36 hezar kesên ku li çar dorên cîhanê ji ber tewana terorîzmê girtîne, li zindanên Tirkyê dimînin.
– Tarîfa terorîzmê fereh û ne zelal e. Ta ku daxuyanî û nivîsên aşîtiyane jî dikare weke xeta PKK were nirxandin û weka piştgiriya PKKê were morkirin. Her weha bûyerên di dema meşên protestoyî de jî bi rêxistinê ve tê girêdan. Ji ber vê yekê em dixwazin were zelalkirin ka terorîzm û alîkariya terorîzmê çi ye.
Bi ya Thomas Hammarberg li Tirkiyê hîn gavên baş hatine avêtin û her weha qismek reformên girîng jî çê bûne. Hammarberg dibêje jî ku nêzîkbûna wezîrê edaletê yê tirk gelekî baş e û ew li wan guhdarî dike. Problem ew e ku biryar û guhertinên ku hikûmet û wezîr pêk tîne ji aliyê burokrasiya dadmendiyê ve nayê pêkanîn û nagihe astên jêrîn yên weke dadgehên herêmî, dozger û hakiman. Kevneşopiyên berê yên wekî dadmendî di şûna mafên mirovan de dewletê diparêzin jî hêj berdewam e. Lê wezîrê edaletê û hikûmet dixwazin gav bavêjin û niha hewl didin li parlamentoyê komîteyek ava bikin û ciheke xurt bidin muxalefetê. Lê ya girîng ew e ku ev reform jî were reformên din ranewestin.
Di beriva pirsekê de ka çıma welatên Ewrûpî û Swêd li beramberî Tirkiyê ewqas bêdeng in? Thomas Hammarberg dibêje:
– Min hêvî dikir nîqaşeke baştir hebûya. Lê ez hewl didim di pozîsyona xwe de ya weke komîser deng bidim van pirsan û wan bînim rojevê. Û heta niha me reaksiyonên posîtîf ji sazî û şexsiyetên ewrûpî wergirtin, dema me ev rapor weşand. Ez hêvî dikim ev nîqaş berdewam bin.
– Lê, em careke din tên ser mesela kurdî û girîngiya bandora wê ya li ser sîstema hiqûqî ya tirkiyê, bi cezayên giran û şîroveya fereh ya tarîfa terorîzmê:
– Girîngiyeke mezin ya pirsa kurdî heye, dibêje Hammarberg. Bi ya min pêdiviyek bi zelalkirina helwesta siyasî ya li beramberî pirsa kurdî heye. Di vî warî de tempo sist e û ev jî dibe sedema binpêkirina mafên mirovan.