Civak

Mafê Mirovan li Iraqê

Nivîskarê rojnama Tirkî ya Starê Selahaddin E. Çakirgil di nîvsek ya xwe de behsa rewşa mafê mirovan li Kurdistana Iraqê û li Iraqê dike. Nivîskar dibêje min li gel komiteya Aktivîsten Mafê Mirovan ya Kurdistana Iraqê li Stanbulê hevdîtinek kir.Nivîskar dibêjê: Hevalên ku min ew dîtîn li herêma Kurdistanê kar dikin. Lê pêwendiyên wan û agahdariyên wan li gel aktivîstên Mafê Mirovan yên Iraqê jî hene. Di destê wan de belgeyên hêja di derbarê mafê mirovan li Iraqê hebûn.Serokê Aktivîstên Mafê Mirovan li Kurdistanê Remezan Ertuşî hinek agahdarî dan. Nivîskar behsa van agahdariya dike û dibêje: Dema serokwezîrîya Nuri Malikî de , 65 hezar teqîn pêkhatine û di van teqînade 359. 550 sivîla jiyana xwe ji dest daye. Sala 2006ê 29.450 sivîl, 2007ê 26.230 , 2014ê 20.160, 2016ê 17.502 sivila jiyana xwe ji dest daye. Ev mînakên van çend sala rewşê baş dide xûyakirin. Heta wek vê gave jî kuştina sivîlan berdewam dike.Li gora agahdariyên didin min, Musil du cara wêran bûye. Dema DAÎŞ ketî Musul û dema Musil ji DAÎŞ hatî azad kirin. Ji berî sala 2014ê 10 nexweşxane li Musil hebûn, niha tenê 2 hene.Niha Milisên Şîe hewl didin ku li Musilê nifûsa Şîe zêde bikin.Herweha nivîskar behsa pêwendiyên herêma Kurdistanê û Tirkiye jî dike .

Back to top button