Mafê Kurdan li Turkiyê heye ku xwe biparêzin?

Bi dil û can we vexwendî danasîna pirtûka nuh ya Hugo Van Rompaey, senatorê sherefê, bi navê
Hebben de Koerden in Turkije recht op zelfverdediging?(“Mafê Kurdan li Turkiyê heye ku xwe biparêzin?”) dikin.
Ev pirtûka sheshan e ku Hugo Van Rompaey li ser pirsgirêka Kurdî dinivîse û Enstituya Kurdî ya Brukselê diweshîne.
Pirtûk 218 rûpel e, ji çar beshan pêk tê: Besha 1 li ser Kurdan e, 2 li ser dewlet û hesta gelemperî ye, 3 li ser pirsa terorîzmê û tevgera azadîxwaz e, 4 li ser pêvajoya etîk di pirsgirêka Kurdî de ye.
Li ser heman mijarê jî Hugo Van Rompaey têza xwe ya doktorat di Zanîngeha Katolîk ya Leuven (KULeuven) amade dike.
Beshdariya we di danasîna vê weshanê de serbilindiya me ye.
Pênsheme, saet 11, salona çapemeniyê (Maereelzaal) ya Parlementoya Flaman, Leuvenseweg 27 – 1000 Bruksel
(perszaal (Masereelzaal) van het Vlaamse Parlement, Leuvenseweg 27 – 1000 Brussel
Pash danasîna pirtûkê resepsiyon heye.
Ji kerema xwe beshdarbûna xwe bi me bidin zanîn.
Bi hêviyên hevdîtinê. Silav.
Derwich M. Ferho
Serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê