Polîtîk

Mafê dewleta Tirk, Îran û PKKê tuneye

MAFÊ DEWLETA TIRK, ÎRAN Û PKK TÛNEYE 

KÛ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BIKIN MEYDANA ŞER!

Statûya Federal ya Başûrê Kurdistanê bi dezgehên xwe yên netewî, giringtirîn destkeftîyên xebata demokrasî û azadîya Kurdistanê ye.

Dezgehên neteweyî li Başûrê Kurdistanê; Parlamentoya Kurdistanê, Hikumeta Herêma Kurdistanê û dadgehên Kurdistanê ji destpêka yekemîn helbijartina azad ya 1992’ê ve, roj bi roj xwe nêzî standartên dewletbûnê dikin. Hêjayî gotinê ye kû asta dezgehên neteweyî li Kurdistanê, bi hemî kêmasîyên xwe ve jî, ji asta çendîn dewletên kevnare pêşdetire.

Statûya Federal ya Başûrê Kurdistanê rolekî xwe giring heye li herêmê û sîyaseta wê ya aştîxwaz bi xwe re peywendîyên hêja yên navnetewî peyda kirine. 

Hebûna dezgehên netewî û pêşveçûnên aborî, civakî û siyasî xofek mezin peyda kirîye bo dewletên dagirkerên Kurdistanê. Ev dewletên mêtingeh naxwazin deskeftîyên li Başûrê Kurdistanê pêşde biçin û astengîyan derdixin bi lêgerînên cur be cur bo kû deskeftîyên heyî lawaz bikin.

Erîşên dewleta Tirkîye û Îran li Başûrê Kurdistanê, nîşana dijminatîyên herî berçavin li dij deskeftîyên Başûrê Kurdistanê.

Dewleta tirk bi bahaneya hebûna PKK û bi taybetî di van her du heyvên dawî de, bi xurtî şûn û warê xelkên sivîl bombe dikê, sivîl tên kuştin û gund tên vêrankirin. Li gor raporta Parlamentoya Kurdistanê bêtir ji 500 gundên başûrê Kurdistanê ji êrîşên dewleta tirk zirar ditînê. Erîşên dewleta tirk xwe nêzî bajar û bajarokên Kurdistanê dikê û li gelek cîyan binkeyên leşkerî datînin û bi şêweyek heşkere dagirkerîyê dike û huquqa navnetewî binpêdike.

Ji alîyê din ve, hebûna PKK li Başûrê kurdistanê, berî êrîşên dewleta tirk jî pirsgirêk bû bo herêmê.

Hikumeta herêma Kurdistanê, gelek caran xwestîye kû pirsgirêka PKK bi şêweyek aştîyane çareser bikê, lê mixabin PKK bi sîyaset û kiryarên xwe rêznegirtîye bo îradeya meşrû ya Başûrê Kurdistanê.

Nûka jî PKK li xaka azad ya Başûrê Kurdistanê qaşo şerê dewleta tirk dikê. 

Di rastîya xwe de, hebûna PKK li Başûrê Kurdistanê tenha di wateya mêvandarî yê de ye.

PKK ne beşdarê proseya demokratîk û sîyasî ye li Başûrê Kurdistanê, jiber kû ew wek partîyek fermî li herêmê mafê xwe tûneye. PKK rêxistinek kû li Tirkîyê hatîye damezrandin û li her çar beşên Kurdistanê şerê piranîya partî û rêxistinên welatparêz kirîye. PKK di xebata xwe ya rêxistinî de ne demokrate û di programa xwe ya sîyasî de li dij damezrandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê ye.

PKK bi daxûyanî û kiryarên xwe, sînorê mêvandarîyê ji mêj derbaskirîyê û zirarek mezin dayîyê deskeftîyên netewî û jîyana xelkên sivîl li Başûrê Kurdistanê.

PKK astenge li dij pêşveçûnên civakî, aborî û siyasî li Başurê Kurdistanê. 

Bo vê çendê em bangî PKK dikin kû rêz bigrê li dezgehên netewî yên Başûrê Kurdistanê an jî, dawîyê li mêvandarîya xwe bînê û ji Başûrê Kurdistanê derkevê.

Em êrîşên dewleta tirk û fars bi tundî şermezar dikin û bang dikin kû di zutirîn dem de ji xaka azad ya Başûrê Kurdistanê derkevin û dawîyê li êrîş û dagirkerîyê bînin.

Em bang li civaka navnetewî, li Yêkîtîya Netewan, li Yekîtîya Ewropa û bi taybet li NATO dikin kû dewleta tirk darezînin bo binpêkirinên huquqa navnetewî li Başûr û Rojavayê kurdistanê.

29.07.2020

PDK-BAKUR

PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ – BAKUR

Back to top button