CîhanRojev

Madeleine Albright di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî taybet e

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê ji malbata Madeleine Albright wezîra derve ya Amerîkayê ya berê re dixwaze û dibêje, wê “di dîroka Kurdistanê de cihekî taybet heye.”

Roja Çarşembê 23ê Adara 2022an siyasetvana Amerîkî Madeleine Albright ku di salên 90î yên sedsala bihorî de Wezîra Derve ya Amerîkayê bû, ji ber nexweşiyê di temenê 85 saliyê de koça dawiyê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di twîtekê de xemgîniya xwe ji ber koça dawî ya Madeleine Albright tîne ziman û sersaxiyê ji malbata wê re dixwaze.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Fikr û duayên min bi malbat û hevalên Wezîra Derve ya berê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Madeleine Albright re ne. Ew di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî taybet e ji ber ku di salên 1990’î de di rawestandina şerên navxweyî de rolek girîng lîst. Rehma Xwedê li ser be.”

Back to top button