Macron: Tirkiye rêzê ji gotinan nagre, ji kirdaran digre
Emanuel Macron Serokê Fransa balkişand li ser wê yekê ku li vê havînê da helwestên tûnd li dijî hengavên tirkiye li Rojhilata Deryaya Navîn da nîşandaye û me hêla sor ji bo wê daniye, ji ber ku bi gotina wan, Enqere rêz li kirdar digrê neku axaftin.
Li çend mehên derbasbûyî de, peywendiyên di navbera tirkiye û Fransa ji ber rola Enqere ya li Hevpeymaniya Nato, Lîbya û Deryaya Navîn de gelek aloz bûye.
Macron daxwaz ji Yekîtiya Ewrupa kir ku nakokiyên Deryaya Navîn, li dijî tirkiye pişta Qibris û Yunanîstanê bigre.
Serokê Fransa li civîneke rojnamevaniyê da got: “Divê di derbarê serweriya Deryaya Navîn, kirdar û axaftinên me wekî hev bin. Dikarim ji we re bibêjim ku tirk tenê rêz li wê yekê digrin û hesabê ji bo wê dikin, lê belê eger tiştek bibêjî û bi cîh nekî, ewê ku Fransa vê havînê kirî girîng bû ku ew jî siyaseta danîna hêla sor bû û min li Sûriye wê karê kir”.
Mebesta Serokê Fransa ew êrîşên asmanî bûn ku firokeyên şerkerên welatê wan li dijî çend cîheke li nav axa Sûriyê da encamda ku dihate guman kirin çekên kîmyayî têda hatiye veşartin.
Vê heftiyê Fransa mil bi milê Îtalya, Yunanîstan û Qibrisê beşdarî li encamdana çalakiya serbazî ya li Rojhilata Deryaya Navîn kir û eve jî piştî wan nakokiyên di navbera Atîna û Enqere ji ber lêgerîna tirkiyê li pey nefta li nava navçeyê de hilkişan.
Heman demê de Macron berdewam daxwaz kiriye ku divê Yekîtiya Ewrupa sizaya nû li ser tirkiyê da bisepêne.