Cîhan
Macron: Pêwîste rûbirûyê Erdogan bibîn
Emanuel Macron Serok Komarê Fransa ragihand Receb Teyib Erdogan Serok Komarê tirkiye siyaseta berfirehbûnê peyrew dike ku bingeha neteweyî û oliyan têkilhev dike, eve jî li berjewendiya Ewrûpa da nîne.
Macron got: Sedema necêgîriya Ewrûpa ew siyasete ku ji niha de Erdogan peyrew dike. Pêwîste rûbirûyê dawxazên Erdogan bibîn û berpirsiyariya rewşê li stûyê xwe bigrîn. Ez ne li gel zêdebûna aloziyanim lê belê ne li gel dîplomasiyeta lawaz jî me.