Cîhan

Macron: Divê hemû mafên kurda parastî be

Serokkomarê Fransayê li Parisê li gel serokwezîrê Irqaê Heyder Ebadî civiya û li ser babetê referanduma serxwebûna Kurdistanê axivîn.  Li gora agahdariya di civînê de Ebadi xwest ku li deverên Kurdistanê yên derveyê herêma Kurdistanê pêşmerge di bin fermandariya Iraqê de bimînin. Macron jî da xûyakirin ku bila Iraq yekparîebe lê hemû mafên kurda jî bêne dayîn.Piştî civînê konferansek rojnemevanî hate li darxistin. Serokê Fransayê axivtina xwe de got: “Îro rewşa Iraqê ne asayî ye, ji ber ku hêja operasyona dijî DAIŞê li Hewîce û Enbarê berdewam e, referanduma Kurdistanê nepiştrastî û aloziya rasteqîn derxistiye holê. Herwiha Serokomarê Berê yê Iraqê û serkirdeyê dîrokî Celal Talebanî koça dawî kir.. Li gel vê yekê jî (Serokwezîrê Iraqê) li gel çend wezîran hatine vê derê, loma em bi germî pêşwaziya we dikin. Min li gel cenabê serokwezîr jî aşkere kir ku Fransa dixwaze li Iraqê aştiyeke niştimanî were pêkanîn. Ango bila rêveberiyeke hebe ku armancên wê diyarkirî bin û bersiv bide daxwazên hemû pêkhateyên Iraqê, di nav wan de jî Kurdên Iraqê ku pêwendiyên dostane yên Fransayê li gel wan hene.Emmanuel Macron berdewamiya axavtina xwe de got: Li Herêma Kurdistanê referandumek hate kirin, Fransa hestiyar û bi kelecan bûye li hember rewşa Kurdan, lê belê em dixwazin bi bîra we bixin ku li ber pêkanîna wê giştpirsiyê jî, me got li Iraqê em aramî, yekparçeyî û hikûmeteke bihêz dixwazin. Loma pêwîst e hefteyên dahatû diyalog werin kirin li ser yekparçeyiya Iraqê û em daxwaz dikin ku mafên Kurdan di çarçoveya Destûrê de werin nasîn. Tenê rêyek heye, ew jî rêya rêzgirtina li mafên xelkê ye, em jî dixwazin di vê rêyê de li gel we bin.Serokwezîrê Iraqê Ebadi jê got: “Referanduma li ser cihêbûnê, ji Destûrê derketin û yekdengî ye û me red kiriye. Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê û Parlemento biryar dane ku ev referandum nedestûrî ye û ne rast e. Em bi hevwelatiyên xwe yên Kurd şanaz in. Çimku Iraq ya hemû iraqiyan e û Destûra Iraqê bal dikşîne ser mafên hemû hevwelatiyan. Li Iraqê ji hevwelatiyan pilebendî tine ye. Çimku ev dewlet e û peywira hikûmetê xizmeta hevwelatiyên Iraqê ye. Ev siyaseta hikûmeta me ye, ji ber vê hemû deverên me li Iraqê hatine kontrolkirin.

Back to top button