Civak
Maçkirinê li Iraqê qedexe kirin
Eşîrekî Iraqê ya li parêzgeha Musennaya Başûrê Iraqê bi fermî daxwaza hemû endamên eşîrê kir ku bi hemû awayekî xwe ji maçkirina hevdû dûr bigrin û maçkirinê qedexe kirin.
Ev biryar jî ji bo rêgirîkirina veguhestina virusa Corona ku medya behsa tomarkirina yekem haleta li Iraqê dikin.
Eşîra El Buciyaş li tora civakiya facebook belav kirine li çarçêweya xweparastin û li ber girtina rêwşûnên pêwîst, ji bo dûrbûna li tûşbûna virusa Corona, pêwîste hemû endamên eşîrê mask û demamikên xweparastinê bikarbînin. Heman demî de divê bi hemû awayek jî destberdarê maçkirina hevdû bin û xw jê dûr bikevin.