Polîtîk

Macaristan hewl dide soza dayî Kurdistanê bi cîh bike

Îro çarşem 19.06.2013 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Tîbor Zetmarî Balyozê Komara Macarîstan(Hungaria) li Iraqa Federal kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Macarîstanê xweşhaliya xwe bi hevdîtina li gel Serok Barzanî derbirî û silavên Serok Komar û Serok Wezîrê Macarîstanê bi Serok Barzanî gihand û eve jî dûpat kir ku welatê wan kar kiriye ku wan sozan bi cîh bike ku li dema serdana Serok Barzanî ya Budapeşteya paytexta Macarîstanê bi Serok Barzanî dabûn bi taybetî hevkariya di navbera Herêma Kurdistan û Macarîstanê li warê çandin û çavkaniyên sirûştî de. Her wiha Balyozê Macarîstanê eve jî xiste rû ku welatê wan amadeye li warê av û pîşesazî û perwerdeyê de jî hevkariya Herêma Kurdistanê bê. Balyozê Macarîstanê ragihand li paşarojê de welatê wan Konsolxaneya xwe li Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê vedike.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî gelek spasiya Balyozê Macarîstanê kir û tekez li wê yekê jî kir ku li gelek waran de welatê Macarîstan û Herêma Kurdistanê dikarin hevkariya hevdû bikin û hêvî jî xwest pêwendiyên aborî û siyasî û kultûriyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Macarîstanê de zêdetir geşbûnê bi xwe ve bibîne.

 

Back to top button