Nêzikbûna li dîrokê û bûyerên dîrokî gelekî balkêş e. Ev nêzîkbûna hanê mirovan piralî dide dest. Dîtina mirovan li ser dinyayê, civatê, hunerê, zanyariyê, gerdûnê zelaltir destnîşan dike. Em dizanin ku li cem gelek mirovan siyaset û dîrok heman tişt e. Me Kurdan jî nesibê xwe ji vê yekê girtiye. Li cem me jî sîyaset bûye hemû tişt! Gava mirovên wilo qala dîrokê dikin, di bingeh de tenê qala sîyasetê dikin. Dîrokê tenê weke bûyerek sîyasî dixwînin. Gelek nirxandinên din ku di vî warî de hene, dixwazin vala derxînin. Hergav qala şer û pevçûnan, berberiyê û kesayetiyên sîyasî, dek û dolabên dîplomatîk, lehengên netewî, qala mêrxasî û fedakariyê tê kirin…Lê ma bi rastî dîrok tenê ji wan rastiyan pêk tê? Na, dirok ne tenê ji van rastiyan pêk tê! Dîrok, bi hevdu re, di nava hev de, kêşîkirî, bêşik ji gelek rastiyan pêk tê! Jêhatbûn ew e ku mirov van rastîya hemûyan bi hosteyî derxinê pêşberîya civatê.Gava ku mirov bi baldarî nêzikî dîrokê bibe, wê eşkere xuya bike ku bi qasî sîyasetê, zanyarî û huner jî di pêşketina dîrokê de rolên mezin leyiztine. Dîroka sîyasetê bêyî xebatên zanyarî, felsefî û hunerî baş nayê tefsilandin. Dîrok di gelek waran de xumamî dimîne. Çep û rast li binguhê hevdû dikeve. Sebeb û encam cîh diguherin, qencî û xerabî baş nayê fêmkirin. Fitneyî û berberî dibe xala helî giring di jiyanê de. Dijminên çêkirî, koletî ji desthilatdaran re, xapandina civakê dikevin şûna jiyana rastî…Lê gava ku jiyana siyasî, dîroka siyasî bi alikarî û hevbeşîya zanyariyê, felsefê û hunerê civatê were bênderkirin, rasti û nerastiya dîrokê jî baştir tên fêmkirin…Em ji dîrokê baş dizanin ku xebatên Aristoteles, Platon, Galileo, Newton, Kopernikos, Darwîn û gelekên weke wana, ji xebata gelek siyasetmedar û rêberan bêtir kargeriyekî watedar li ser civat û dîrokê hiştine. Ma Galileo bi dîtinên xwe hikumranîya Dêra Ewrupa ne hejand? Ne tenê sîyasetê rê li pêşîya civatê vekiriye, em dizanin ku zanyarên weke Gordiano Bruno xwe kirin gorî, ji bona ku civat û zanyarî pêşde biçe…Li Kurdistanê jî ev pêşketin wilo bûye. Huner di şîyarbûna netewî de roleke gelek mezin lîstiye. Ez baş dizanim ku helbestên seydayê Cigerxwîn, dîtin û ramanên Celadat Bedirxan, stranên Mihemed Şêxo karigeriyeke gelek mezin li ser pêşketina hestên netewî kirin. Gelek mirovên ku morika xewê di guhê wana de bû, bi helbestên Cigerxwîn û stranên Mihemed Şêxo cilika bênamûsîyê ji ser xwe avêtin û ketin nava refê tevgera kurdewarî. Dîsa bi xebata Celadet û hevalên wana bahwerî bi ziman û edebiyata Kurdî hat û dîwarê ku li himberî kultura Kurdan hatibûn pêçan, hilweşiyan…Kurt û kin; civat û dîrok tucara tenê ji sîyasetê pêk nayê. Ewên ku dîrokê tenê weke sîyasetê dibînin, an jî dîrokê weke dîroka sîyasetmedaran dibînin, ji hêla zanebûnê de qelsin. Dîroka civatê beravêjî dikin. Şabaşan ji siyasetmedaran re dikin. Şelafîyan dikin û ji xwe re rê vedikin. Li kurtêlan digerin. Dîroka sîyasî tije şabaşkarên wilo ne. Armanca wana berjewendiyên şexsî ne. Li şûna berjewendiyên milî, civatî, tevahî, girseyî, berjewendiyên xwe derdixînin pêş. Ji bedêla rastiyên dîrokî û civatî, berjewendiyên şexsî bi çîrê dileyîzin. Kî li çira kê bixîne, ew xwe biserketi dihesibîne. Lê jibîra dikin ku çirê lîstikek bû, dema mirovan pê derbas dibû û tu zerarê wêna li kesî jî tune bû. Lê ma mirov dikarê ji bona dîrokêk ku çewt hatiye gotin wilo bibêje? Ma dîroka sîyasî listika çîrê ye gelo?

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: