Civak

M.Bextiyar: Li Silêmaniyê proje rawestiyane, sermayedar jî direvin

Roja pêncşemê endamê berê yê encûmena siyasî û berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar ragehand ku li Silêmaniyê veberhêner ango sermayedar direvin, zêdetirî  900 projeyan rawestiyane û 800  peymankaran jî îflas kirine.

Li gor gotinên M. Bextiyar, di warê aborî de rewşa Silêmaniyê pir xirab e û pare lê nemane. Ji ber vê jî zêdeyî 1000 proje rawestiyane, 800 peymankaran îflas kirine û sermayedar jî direvin parêzgehên Iraqê.

Di vê derbarê de Serokê  Yekitiya Peymankarên Kurdistanê yê baskê Silêmaniyê  Alan Kwêxe Kerîm ji BasNews ê re gotinên M.bextiyar sepand û anî zimên ku gotinên M.Bextiyar rast û di cihê xwe de ne.

Serokê  Yekitiya Peymankarê Kurdistanê yê baskê Silêmaniyê Alan Kwêxe Kerîm jî heman gotinên Bextiyar anîn zimên û got: ‘’Zêdetirî hezar projeyan li Silêmaniyê, Germiyan, Helebce û Raperînê jî rawestiyane. Ev çend sal in ew piroje nayên bikaranîn, pirojeyên ku hatine rawestandin jî di warê xizmetguzarî û rêyan de cuda cuda ne. Gotinên Mela Bextiyar rast in. Li Silêmaniyê pare nemaye û peymankar û sermayedar li berjewendiyên xwe digerin’’.

Back to top button