Polîtîk

M.A.Bîrand: Dibe ku darbeyeke nû pêk bê

Rojnamevan Mehmet Alî Bîrand, beşdarî bernameya kanala A Haberê bû û pirsên Canan Barlas bersivandin. Bîrand di çend mijaran de gotinên balkêş kirin û bal kişande ser gumana darbeyeke nû a leşkerî. Li ser pirsa, “gelo di heyama pêş me de gumana darbeyê heye? Bîrand wiha bersivand: “Dibe ku bibe. Wê gellekî xwîndar be. Çimkî Tirkiya îro ne Tirkiyeya berê ye. Îro bi mîlyonan mirov hene ku bibêjin, ‘de hadî tu biçe karê xwe binêre.’ Lê bila baweriya we hebe ku, darbe ji aliyê artêşa yekem an artêşa duyem pêk nayê.  Di darbeya 27ê Gulanê de şaşiyek hatiye kirin, ew serhildan e. Leşker ne enayî ne, ti cara serhildanên bi vî awayî nake. Ku li Tirkiyê darbeyek bê kirin, wê jî Serfermandariya Giştî wê bike. Ez di konjonktora Tirkiyê a îro de ti gumanê nadim ku Serfermandarî bibêje, “ez darbeyekê pêk bînin û desthilatdariya welêt bigrime destên xwe.

Bîrand, di derbarê darbeya post modern a 28ê Sibatê de jî wiha dibêje: “Dewlet gellekî xedar e û pirr jî bi hêz e. Ji xwe ji ber ku pirr bi hêz e kariye ewqas xedar be. Di pêvajoyên bi vî awayî de ku di nav dewletê de dostên te hebin tu karî piçekî xwe xelas bikî, wekî din mirov perîşan dibe.”  

Back to top button