Lîza Kakeyî: Ji bo çi naxwaze biçe pêş dadgehê?
Lîza Felekedîn Kakeyî Endama Parlemena Kurdistanê li Fraksiyona PDK, li beramber tometên Soran Omer nivîsiye: “Eger wiha dizane ew axaftinên ku li ser ekran û şaşeyên televizyonê dike rast û rewaye, ji bo çi naxwaze biçe pêş dadgehê?”.
Parlementera PDK dipirse ku sedem çiye ewqas ditirse û çend roje daxwaza hevkariyê li vî alî û li wî alî dike? Di demek da li xula derbasbûyî ya Parlemen dema li Lîjneya Mafên Mirov bû berdewam hawar dikir ku divê rûmeta dadgehên Herêma Kurdistanê bê vegerandin.
Li beşekî dinê peyama xwe ya li tora civakiya facebookê de Kakeyî nivîsiye: “Birêz Mesrûr Barzanî li dema dest bikarbûna xwe ya wekî Serokê Hikumetê li yekem gotara xwe ya li nav Parlemen ragihand hemû niştimaniyek li her pile û postek da bê, li ser dadgehan nîne û pêwîste rêz li yasa bê girtin”.
Lîza Felekedîn Kakeyî, mînaka serweriya yasa tîne ku rojên li nava kerentineyê bi bîr tîne û dibêje: “Dema berpirsekî bilind li Behdînan ji ber pabendnebûna rêkarên Hikumetê ya ji bo rûbirûbûna Korona raste rast lêpirsîn li gel da hate kirin û ji karê xwe hate dûrxistin. Niha jî dosyeya wî li dadgehe, bêyî gûhdana wê yekê li nav partiya xwe de ye yan ne û nêzîkî malbatî wî ye yan ne”.
Her wiha balê dikşîne li ser wê yekê ku niha jê wergirtina parêzbendiyê ji birêz Soran Omer heye ku xuşk û birayên YNK raste rast hatine ser hêla germ û dixwazin li ruyê qanuniya vê dosyeyê nehêlin û bergekî siyasî bidinê. Lê belê bê agahin ji wê yekê ku guhertina vê berga siyasî ye heta radeyek ji bo me û birayên Komela Îslamî û tevahiya xelkê Kurdistanê buye sedema derketina rastiyek ku birêz Soran Omer li nav Komela Îslamî tenê mîhvanek buye û xwediyê serekiyê dîwanxaneyekê din buye.