Polîtîk

Lîwa Rêgir sedemên zêdebûna êrîşên Da’îşê eşkere kir

Fermandeyeke Pêşmerge li tixûbê Kerkûkê behsa ewe dike ku çekdarên Da’îş li dû mehên derbasbûyî de, zêdetirîn êrîşan li ser navçeyên Kurdistanî yên derveyê Kerkûkê encam dane û ji bo zêdebûna êrîşan jî behsa dû sedeman dike.

Lîwa Heme Rêgir Berpirsê Fermandeyê Kerkûkê ragihand, ev demeke bi awayeke berfireh û bi lez, çekdarên Da’îş dest bi tevgerê kirine. Berê jî her hebûn li deverê, lê belê eve du mehe, êrîş û karên wan zêde bûye û car bi car êrîş dikin û karê revandinê encam didin.

Zêdetir got: Diyare sedema wan êrîşan eweye, niha ji bo wan derfeteke baştire, li her navçeyeke deverê teqînê li artêşa Iraq û Heşda Şe’bî dikin û Kurdên deverê direvînin, bi awayeke berfireh dest bi tevgerê kirine.

Ew Lîwayê Pêşmerge dûpat kir ku li navçeyên Kurdistaniyan ku niha dagîr kiriye, ji ber nemana Pêşmerge li deverê, zêdetir valahiya tenêtiyê heye, eve jî wiha kiriye çekdarên Da’îş karên xwe bi başî encam bidin, sedemeke din jî eweye li piştî Pêşmerge, niha artêşa Iraq û Heşda Eşayerî lê heye ku piştî 16ê cotmehê(oktober) hemû hatine çekdar kirin.

Ew fermande wê yekê xisterû, ew bi roj Heşda Eşayerîne û bi şev Da’îşin, di derbarê ji aliyê Daîş ve dirustkirina metirsiyê li ser Kerkûkê got: Metirsî dirust nakin û li vê demê de nikarin cîhek kontrol bikin, lê belê êrîşên partîzanî dikin.

Back to top button