CivakRojev

Liv û tevgerên pêşmerge …

Serokerkanê Kurdistanê dibêje li dijî DIŞIê me pêşmerge livandiye.

Piştî ku hate gotin hikûmeta Kurdistanê di wan rojên dawî de hêzên pêşmerge ber bi Mexmûrê ve livandiye, Serokerkanê Kurdistanê Cemal Emînkî li ser mijarê daxuyaniyek bo raya giştî belav kir.

Serokerkan Cemal Emînkî diyar kiriye ku livandina hêzên pêşmerge ber bi Mexmûrê ve bi mebesta rûbirû bûna êrîş û metirsiyên terorîstên DAŞIê ye, ji ber ku zaniyarî di destê me de hene DAŞIê xwe amade kiriye ku li deverê de dest bi êrîşên nû bike.

Emînkî herwiha diyar kiriye ku di wan demên dawî de liv û tevgerên terorîstên DIŞIê li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê gelek zêde bûne û hijmara terorîstan jî li wan deveran zêdetir bûne lewre em jî weke wezareta pêşmerge lazime xwe bo rûbirû bûna her cure senariyoyeke terorîstan amade bikin.

Tekez li ser vê yekê hat kirin ku li wan deveran ku behsa wan hatiye kirin boşatiyeke mezin ya ewlekarî û leşkerî heye, çekdarên Îraqî û artêşa Îraqê jî nikarin ev boşatiya han tîje bikin û li gel pêşmerge jî ti lihev kirinek tuneye bo tîje kirina boşatiya han, lewre em neçarin bo xwe tedbîrên xwe bistînin.

Back to top button