Civak
Lîsteya mûçeyên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Bexdayê re hat şandin
Wezareta Darayî ya Rêveberiya Herêma Kurdistanê ragihand ku lîsteya mûçeyên Herêma Kurdistanê radestî Bexdayê hatiye kirin.
Di daxuyaniya Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat destnîşankirin ku lîsteya mûçeyan ji aliyê Wezîrê Darayî û Aborî Avat Şeyh Cenap ve ji Bexdayê re hatiye şandin.
Wezareta Darayî ya Iraqê pêştir ragihandibû ku piştî wergirtina lîsteya mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê wê di demek nêzîk de dest bi şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê bikin.