CivakRojev

Lîreya Tirkî ji pêşbîniyên aborînasan jî zêdetir bilind bû

Îro 26.10.2020 lîreya tirkî beranber dolarê Amerikî bi demjimêr: 14:32, bê rawestan bêqîmet bû û 100 dolarê Amerîkî bû beranberê 808.57 lireyê tirkiyê ye. Lê li bazaran de 810 an tê kirîn û firoştin.

Li beranber helwdanên dewleta tirkiye ya ji bo rawestandina nirxê lireyê beranber dolar berdewamin, aborînasên biyanî jî di derbarê lîreya tirkî de pêşbîniyên xwe eşkere kiribûn ku yek ji wan saziyan jî rêxistina Toronto Dominion Securities (TDS) ya Kanadî ye û li gor pêşbîniya wê rêxistinê wê heta dawiya sala 2020 100 dolarên Amerîkî wê bibûya 790 lîreyên tirkî. Lê belê hê dawiya salê nehatiyî 100 dolarê Amerîkî bû 810.000 lîreya tirkî.

Back to top button