Polîtîk

Lîjneya danustandina Kurdistanê li gel hêzên Iraqê pêktê

Di derbarê pêkanîna Lîjneya Danustandina Herêma Kurdistanê li gel hêzên siyasiyên Iraqa Federal, îro çarşem 21/05/2014 birêz Fuad Hussein Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê li daxuyaniyekî da ragihand ku piştî wan kombûnên birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel serkirdeyên partiyên Kurdistanî li 17/05/2014 biryar hatiye dayîn ji bo danustandina li gel hêzên siyasiyên Iraqa Federal lîjneyek bê pêkanîn. 

Her yek ji Dr. Roj Nurî Şawês wekî Nûnerê Partiya Demokrata Kurdistanê, Celal Cewher wekî Nûnerê Tevgera Goran, Bilal Silêman Nûnerê Komela Îslamiya Kurdistanê û Dr. Kawa Mehmud Nûnerê Lîsta Hevpeymaniya Niştîmaniya Kurdistanê hatin destnîşan kirin. 

Tê çaverê kirin ku her yek ji Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê nûnerên xwe yên ji bo vê lîjneyê destnîşan bikin heta ku biryara pêkanînê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve bê derxistin û lîjne dest bi kar bike.

Back to top button