Civak

Li Zaxo dîsa dest danîn ser maddeyên hişbir

Şivan Sindî Rêveberê Asayîşa Zaxo li daxuyaniyekê da eşkere kir: Hêzên wan karîne bazirganeke maddeyên hişbir deste ser bikin ku ji derveyê welat hatibû.

Her wiha Şivan Sindî got ku ji aliyê wan 15 rojan çavdêrî li ser kesekê bazirganê maddeyên hişbir hatiye kirin û piştî dîtina çendîn belgeyan hêzên wan karîne wî kesî li gel 32kg maddeyên ji cureya Kuba ku cureyeke ji maddeyên heroinê da bigrin ku ev kese ji derveyê welat hatibû û dixwest bazirganiyê bi wî maddeyê ve bike li Kurdistanê û ew kes temenê wî di navbera 40 heta 42 saliyê daye û niha ew madde di bin kontrola hêzên Asayîşa Zaxo daye.

Back to top button