Civak

Li Zaxo 9 gundên Mesihiyan hatin valakirin

Li gora nûçeya Rûdawê, di encama şerê Tirkiyê û PKKê de, nêzîkî 9 gundên Mesihiyan li sînorê navçeya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê hatine valakirin. Welatî dibêjin, ji bilî valakirina gundan, ti rêyeke din li pêşiya wan nema ye.

Li gorî amaran, heya niha 9 gundên Mesihiyan ji ber şerê Tirkiye û gerîlayên PKKê hatine valakirin û ji ber bombebaranan ziyan gihîştiye bax û rezên wan. Ji ber şerê di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de û herwiha bombebarankirina balafirên Tirkiyê de, heya niha bi dehan gundên Başûrê Kurdistanê hatine valakirin û xelk nikarin vegerin gundên xwe.

Mesihê niştecihê Zaxoyê Emanuel Yûsif dibêje: “Ji ber êrişan dîwarên me dihêjin, gelek xedir li me dikin. Em nizanin çi bikin. Ne hikûmeta herêmê û ne hikûmeta Iraqê alîkariya me nakin. Em mane di nav destên wan de.”

Mesihiyan li zaxo 17 gund hene, ji ber rewşa nearam, beşek ji wan malbatên xwe  xwe bi nav bajêran veguhestine, lê hinek ji wan jî weke zêrevanên gund mane.

Mixtarê Gundê Deştexê Cemîl Oraha jî got: “Em 25 malbat li vî gundî mabûn, lê piştî aloz û şer jin û zarok tirsiyan çûn navenda Zaxo. Niha kes nemaye. Em ji ber êrişan nikarin çandiniyê bikin.”

Leşkerên Artêşa Tirkiyê bi berdewamî çavdêriyê li ser gundên wan dikin, şopên şer û aloziyan diyar dibin.  Şeraniş û Deştex du ji mezintrîn gundên Mesihiyan bûn ku niha hatine valakirin.

Li Zaxo 21 dêr hebûn, lê ji ber egera şer aloziyan li 9 dêran merasimên olî  birêve naçin.

Qeşeyê Mesihî li Zaxo John Dawud jî dibêje: “Li cihên hatine valakirin dêrên me bê qeşe  mane, em nikarin herin li wan deran merasîmên olî pêk bînin. Em daxwaze ji Tirkiyê dikin aloziyan bide rawestandin. Em dixwazin rê ji me re xweş bikin daku em herin merasîmên xwe yên olî saz bikin.

Li gor amara metraxanê, hejmara mesihiyên li Zaxo nêzîkî 2 hezar kesan e.

Back to top button